Mîhrîcana Lîstikên Jinan a yekem wê li Enqerê bê lidarxistin

  • 13:37 28 Çile 2021
  • Çand û Huner
 
ENQERE - Mîhrîcana Lîstikên Jinan a Yekem, wê di meha Adarê de li Enqereyê bê lidarxisitn. 
 
Mihrîcana Lîstikên Jinan, bi organizasyona Çand Huner Atolye û bi derheneriya hunerê ya Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) dest pê dike. Mihrîcana şanoyê ya ku bi temaya jinê cara ewil tê lidarxistin, hem piştevaniya hunerê, hem jî piştevaniya têkoşîna jinê armanc dike.
 
Mihrîcana ku dê her roj çîroka jinekê bigire dest, dê di navbera 4 û 11’ê Adarê de li Dika Bîlkent a AST û di navbera 17 û 27’ê Adarê de jî, bi malovaniya Şaredariya Ayvalikê dê li navçeya Ayvalik a Balikesîrê li Dika Nejat Ûygûr a Sînemaya Vûral were pêkanîn. Ji ber şertên pandemiyê wê bi sînor temaşevan bên qebûlkirin. Eywan jî wê li gorî bergiriyên pandemiyê bên amadekirin.