Şanoger Berîvan: Yekane daxwaza me sahneya azad e

  • 09:04 24 Çile 2021
  • Çand û Huner
WAN - Lîstîkvan û şanoger di pêvaoya pandemiyê de bi bandor bûn. Lîstikvana Tiyatro Mencel Berîvan Budakbeyoglu diyar kir ji ber pandemiyê lîstikên me nîvco man û got: "Em hêvî dikin ku piştî pandemiyê em xebatên xwe yên Mencelê mezin bikin û bi awayekî azad derkevin ser dikê." 
 
Vîrûsa korona ku bandor li hemû cîhanê kir, gelek baskên kar xebatên xwe dan rawestandin. Huner û sahne ji heman pêvajoyê bi bandor bû. Şano, sînema û konser bi awayekî fîlî hatin qedexekirin. Hinek şanoyên taybet ji ber piştgirî nedigirtin, ji ber bac, prîm û kirê hatin asta girtinê. Bêguman şanoya kurd jî zêdetir ji van pirsgirêkan re rûbirû man. 
 
Tiyotro Mencel di 2017’an de ji bo hunera alternatîf bike, ji aliyê 7 lîstikvanan ve hat avakirin û di pêvajoya pandemiyê de yek ji civaka şanoyê ya herî zêde bi bandor bûye. Ji Tiyatro Mencel ku bi giranî lîstikên kurdî dilîze, Berîvan Budakbeyoglu derbarê pêvajoyê de axivî.
 
‘Li Tirkiyeyê rewşa şanoyê zor û zehmete’
 
Berîvanê destnîşan kir ku eleqeya li hember lîstîkên Tiyatro Mencel zêdeye lê ji ber vîrûsê neçar mane perdeyên xwe bigirin û wiha pê de çû: “Me xwest em şanoyeke alternatîf biafirînin. Di qada hunerê de her kes dizane ku qezencek baş nîne. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê. Dema mirov li ser dikê fikrên xwe bi rehetî îfade bike, vê demê bala desthilatdaran dikişîne. Lê tevî wan zext û zordariyan em lîstikên xwe lîst. Bandoya şanoyê li ser civakê heye û em dizanin bi vê bandorê re tiştên xweş dertên holê. Ji ber pandemiyê gelek lîstikên me nîvco man. Yek ji van lîstikek me ya li ser promiyer ya di 8’ê Adarê de bû. Ew jî nîvco ma. Niha bernameyek me ya televîzyonê heye. Şanoya Mencel, Amed, Şanoya Jiyana Nû û Şanoya Yektî Heva bi hev re bernameya ‘Hinêk Hinêk’ çêdikin."
 
‘Em ê bi Mencel ya ku em ê nû bikin berdewam bikin’
 
Berîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya pandemiyê atolyeyên me yên ji bo zarok û mezinan hebûn. Di vê pêvajoyê de me navber dayê. Me berê atolya zarokan pêk anî. Projeyên me yên li ser ‘atolya kukla û rîtîmê’ û drama zarokan heye. Pandemî biqede an jî hinek sivik bibe wê ev atolye bidomin. Pandemî me dide zorê lê projeyek me heye ger bê qebûlkirin em ê Tiyatro Mencel berfireh û nû bikin. Yekane daxwaza me ev e ku lîstik bi awayekî azad bên lîstin.”