Dê di konsera DAC'ê de Evîn Şah Muzîka Kurdî temsîl bike

  • 10:09 11 Çile 2021
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ew ê Evîn Şah beşdarî konsera  “Let Her Sing” a DAC'ê bibe û muzika kurdî temsîl bike.
 
Diaspora Arts Connection (DAC) a li eyaleta  Kaliforniya ya ABD'ê ye amadekariya organizasyoneke muzikê ya ji bo jinan a bi zimanê xwe ya li Kaliforniyayê dike. Konsera “Let Her Sing”ê, ji ber Covid-19  dê îsal bi rêya înternetê, bi weşana zindî xwe bigihîne çar aliyên cîhanê. 
 
Di konsera “Let Her Sing”ê ya îsal de, Hunermenda Kurd Evin Şah a beşa muzîkê li Zanîngeha Stenbolê xwendiye temsîliyeta Muzîka Kurdî bike. Evînê da zanîn ew şanaze ku dê temsîliyeta Muzîka Kurdî bike û serbilind e. 
 
Ew ê konser di 16'yê Çileya 2021'ê de saet di 19:00'an de (Bi saeta Pasîfîk û Kanadayê) bi onlineyê bê weşandin.
 
Bilet dikare li ser vê navnîşanê bê girtin.