Ma Muzîk: Em ê vî bajarî bê muzîk nehêlin

  • 09:04 1 Çile 2021
  • Çand û Huner
AMED - Mamosteya Akademiya Ma Muzikê Evîn Tîryakî diyar kir ku projeyên cûrbicûr yên wan hene û got: “Armanca me ew e ku em vî bajarî bê muzîk nehêlin." 
 
Bi derketina vîrûsa koronayê (Covîd- 19) ku li seranserê cîhanê bandorek mezin pêk anî, ji bo hemû qadan pêvajoyekî nû dest pê kir. Akademiya Ma Muzîk ku her sal xebatên xwe bi awayekî rêkûpêk berdewam dikir îsal ji ber rewşa pandemiyê xebatên xwe yên komî dabûn sekinandin. Ji ber vê yekê dersen xwe bi rêya online dabûn meşandin. Lê tevî van yekan Akademiya Ma Mûzîkê civakê bê muzîk nehişt û îsal cûrbicûr xebat û projeyan dan meşandin. Mamosteya Ma Muzîkê Evîn Tîryakî têkîldarî pêvajoya Akademiya Ma Muzîkê ya vî salê ajansa me re axivî.
 
‘Ligel zarokan malbatê wan jî fêrî muzîkê dibûna’
 
Evîn diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de jî ders û xebatên xwe re berdewam kirin û wiha axivî: “Pêvajoya pandemiyê ji bo me jî pir bi zehmet derbas bû. Ji ber şewbê me nêzî 3 mehan xebatên xwe li mal berdewam kirin. Tenê di 15 rojan carek de me civînên xwe pêk dianî. Ji ber pandemiyê li seranserê cîhanê hemû ders hatibûn sekinandin lê me yên xwe neda sekinandin û bi awayekî online da meşandin. Zehmetiyên me yên herî mezin ew bû ku em nehatin cem hev. Ders dayîna bi fîzîkî li gorî dersên online helbet bi bandor e. Lê bi saya dersên online, ligel zarokan malbatê wan jî fêrî muzîkê dibûn û bi vî awayî me muzîkê gihand her malekê.”
 
Evîn got wan wekî her roj li Ma Muzîkê bûne xebatên xwe meşandine û ev tişt anî ziman: “Xebata di nav 4 dîwaran de zor bû lê jixwe em li cihê xwe de nesekinin û bi giştî li ser online me xebatên xwe meşand. Her wiha me web sîteyek jî vekir ji bo xebat, nûçe û dîmenên ku li Ma Muzîkê çêdikin biweşînin.”
 
‘Projeya ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan'
 
Evîn bal kişand li ser projeya bi navê "Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan" û wiha axivî: “Ev proje bi piştevaniya Ensitîtûya Geothe û 'Ji Bo Çandê Qad' hat destpêkirin. Di pirtûka ku çarçoveya projeya di 1'ê hezîranê de dest pê kir de ji bo keman û piyanoyê dê metodên kurdî cih bigirin. Taybetmendiya vê projeyê ew bû ku di cîhane de yekem car e bi metodên kurdî fêrbûna keman û piyanoyê dide destpêkirin. Nêzî mehekê ew proje jî dê xelas bibe. Her wiha ev proje jî ji bo gavek pir nû bû. Niha ew proje berdewam e, piştî wê projeye jî projeyên me yên bi wî awayî dê bimeşe.”
 
‘Konserên Amîdayê moralek pir baş da’
 
Evîn li ser konserên Amîdayê ku bi piştgiriya Odeya Bazirganiyê ve hat destpêkirin jî axivî û diyar kir ku ji bo wan moralek pir baş bû û got: “Tê zanîn ku armanca me danasîna vê çandê ye. Mixabin li vî bajarî muzîka kurdî zêde nayê nasîn. Bi vî awayî me jî bi Odeya Bazirganiyê re hevdîtînek pêk anî û projeya “Dengê Pêşerojê konserên Amîdayê” dest pê kirin. Nêzî 10 konser ew ê çêbibe. Heta niha me 3 konseran pêk hatin. Ji bo me gavekê nû û moralek baş bû. Konser dayîna li derve rastî jî pir zehmet e. Lê belê ligel zehmetiya wê kêfxweş bû. Nêzî 8 meh in ew ê konserên me bi awayê online dê berdewam bike.”
 
‘Dê ji bo zarokan dibistanek cuda ji bo muzîkê bê vekirin’
 
Evîn anî ziman ku di heman demê de ji bo zarokan jî projeyek wan heye û got: “ Wekî ku tê zanîn li Akademiyê de ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 2-5’an de ne perwerdeyê muzîkê tê dayîn. Ji ber pandemiyê mixabin me ew dersan dabû sekinandin. Piştî vê ji bo projeyek ji bo zarokan serlêdan kir û ew serlêdan hate qebûl kirin. Bi vî awayî dê tenê ji bo zarokan dibistanek cuda bê vekirin. Niha xebatê wê di tadîlatê de ye. Em hêvî dikin ku wê heta di salvegera 4’emîn a Ma Muzîkê de biqede. Ango meha adarê de mimkûn e ku xelas be.”
 
‘Em ê vî bajarê bê muzîk nehêlin’
 
Evîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her sal xebatên xwe yên ji bo rojên muzikan dimeşînin. Îsal jî me xebata xwe ya ji bo wê çêkir. Di vî xebatê de şagirtên Ma Muzîkê cih digirin û dîsa li ser online xwe digihînin muzîkhezan. Hem ji bo şagirtan hem jî ji bo malbatê wan dîsa moral û kêfek mezin da. Ev sal ji bo me bi rastî jî gavekê nû bû. Ji ber şewbê li ser hemû saziyan aliyê neyînî bandorek pêk anî. Sala 2021'î jî em hêvî dikin ku ev pandemî jî holê rabe. Projeyên me yên pir cuda hene û di vî hêviyê de em ê xebatên xwe bimeşînin. Armanca me jixwe ew e ku em hertim dibêjin 'em ê vî bajarî bê muzîk nehêlin' û di vê hêviyê de em ê bixebitin.”