Li Dêrikê Rojên Fîlman hat destpêkirin

  • 12:57 18 Tebax 2019
  • Çand û Huner
MÊRDÎN - Li Dêrikê di pêşengiya Şaredariya navçeyê de "Rojên Fîlman" ku wê 3 rojan berdewam bike hat destpêkirin
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê "Rojên Fîlman" hat destpêkirin. Şahiya ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînemaya Mezopotamiyayê ve hat destpêkirin îro li Baxçelî Evler û li Taxa Kaleyê bi fîlmên "Bîraz Zor(Hinekî Zahmet)"  û fîlmê "Pînokyo" hat destpêkirin. 
 
Hevserokên Şaredariyê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevli bernameyê bûn. 
 
Pêşndana fîlman bi eleqeyeke mezin a zarokan hat pêşwazîkirin.
 
Rojên Fîlman wê sibe di roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.