Li Dêrikê Rojên Fîlman hat destpêkirin 2019-08-18 12:57:04   MÊRDÎN - Li Dêrikê di pêşengiya Şaredariya navçeyê de "Rojên Fîlman" ku wê 3 rojan berdewam bike hat destpêkirin   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê "Rojên Fîlman" hat destpêkirin. Şahiya ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînemaya Mezopotamiyayê ve hat destpêkirin îro li Baxçelî Evler û li Taxa Kaleyê bi fîlmên "Bîraz Zor(Hinekî Zahmet)"  û fîlmê "Pînokyo" hat destpêkirin.    Hevserokên Şaredariyê Mulkiye Esmez û Mehmet Şerîf Kiran, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevli bernameyê bûn.    Pêşndana fîlman bi eleqeyeke mezin a zarokan hat pêşwazîkirin.   Rojên Fîlman wê sibe di roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.