Li Kobanê 3'emîn mîhrîcana berhemên zarokan hat lidarxistin

  • 14:18 16 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Desteya Çand û Hûnerê ya herêma Firatê bi dirûşma "Azadî bi zarokatî dest pê dike" 3'emîn mîhrîcana berhemên zarokan li dar xist.
 
Di mîhrîcanê de saziyên civaka sivîl û  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zarokên ji herêma Firatê, Minbic, Desteya Çand û Hûnerê ya herêma Firatê amede bûn. Mîhrîcan li salona Çand û Hûnera Baqê Xido ya Kobanê hat lidarxistin.
 
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê hevseroka Çand û hûnerê ya kantona Girê Spî Zekiya Mihemed diyar ku mihrîcan gaveke ku zarok xwe û çanda xwe nas bikin.
 
Di mîhrîcanê de gelek çalakiyên hûnerî weke stran, mûzik, govendên gelêrî, çêkirina amûrên çandiniyê bi destan hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de desteyê xilat ji bo hemû zarokên ku beşdarî mîhrîcanê bûn belav kir. Mîhrîcan bi gerandina govendê li ber stranên hunermed Ehmed Cuma bi dawî bû.
 
Her wiha armanca lidarxistina mîhrîcanê ya di meha nîsanê de, ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di nirxandinên xwe de gotibû 'Azadî ji zarokan de dest pê dike' ne.