Weqfa Jina Azad a Rojava ji bo jinan şahiyek li dar xist

  • 14:37 15 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca bilindkirina moralê jinan şahiyek li dar xistin. 
 
Weqfa Jina Azad a Rojava îro li navenda xwe ya bajarê Qamişloyê ji bo bilindkirina moralê endam û jinan şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi sedan jinên Herêma Cizîrê amede bûn.
 
Di şahiyê de çalakiyên hunerên cuda hatin pêşkêşkirin, her wiha Hunermend Rotînda stran got.
 
Şahî bi gerandina govenda jinan bi dawî bû.