Dayikên Kurd parêzvanên çanda kevnar in

  • 09:02 12 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Rûken Goman   
 
DÊRIK - Dayika çîrokvan Zerga Muhemed derbarê çîrokên xwe yên ku bi jin û zarokan re parve dike  dibêje: "Bi rêya çîrokên xwe ez çanda kurdan bi zarokan didim naskirin û zindîkirin. Bi vî awayî zarokan  jî perwerde û fêrî watedariya jiyanê dikim."
 
Li Kurdistanê bi salane li ser çand û kevneşopiya kurdan zextên dijwar hatin kirin. Ji helandin, windakirin û bişaftina çandê, li beramberê vê yekê jî ji bo parastina kevneşopiya dîroka kevnar dayikên kurd bi vegotina çîrokan ji nifşên nû re dîrokê zindî dikin. Dayika bi navê Zerga Muhemed bi temenê xwe 61 salî, ji bajarê Dêrîkê ya Kantona Qamişlo ye. Bi vegotina çîrokan di nav gel de tê naskirin. Zarok û jinên Dêrîkê her dem li derdora Zergayê kom dibin û li çîrokên kevnar guhdar dikin. Zerga li ser hest û parvekirina çîrokan ji ajansa me re axivî. 
 
'Bi gotina çîrokan em çanda xwe zindî dikin' 
 
Zergayê bal kişand ser hewldanên windakirin û helandina çanda kurdan û wiha got: "Min bi guhdarkirina  çîrokan temenê xwe derbas kir. Dema em zarok bûn kêfa min pir ji çîrokan re dihat. Di dema min de me çîrokên dayikan guhdar dikirin. Heta ku dayika me ji me re çîrok negota em ranedizan. Dapîr û dayikên me herî zêde zivistana çîrok ji me re digotin. Lê belê hewldanên pergala kapîtalîst ku her dixwaze çanda gelan tune bike, bi derketina alavên teknîkî dîroka çandan tê helandin. Armanca min avegotina çîrokan çand û dîroka kurdan bi nifşê nû re parve bikim, zindî bikim."
 
'Zarok bi fêrbûna çanda xwe dîroka xwe ji bîra nakin'
 
Di berdewamiya axaftinên xwe de Zergayê behsa wateya çîrokên ku ji jin û zarokan re dibêje kir û wiha got: "Naskirina dîrok û çandê zarok ji bo xwe perwerdeya herî bi wate û girîng dibîne. Ev şîretên dayîkên me ne ku em çanda xwe bi vegotina çîrokan biparêzin."
 
'Siberoja zarokan em bi zanebûn diparêzin' 
 
Zergayê herî dawî anî ziman ku divê malbat zarokên xwe ji têknîkê biparêzin û perwerdeya bingeh bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her qadekê jiyanê cihê perwerdeyê ye. Ji bo wê jî divê di warê fêrkirina çanda rast em zarokên xwe bê par nehêlin. Mirov bi zanebûn û naskirina çandê dewlemend dibe. Zarok siberoja me ne. Divê em siberoja xwe bi zanebûn biparêzin."