Pirtûka helbestê ya girtiyê di greva birçîbûnê de hat nirxandin

  • 08:46 12 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê vê hefteyê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalê Êşa Evînê  ya Mem Farqînî yê ku ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye û li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtîye, nirxand. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ji du hefteyan carekê pirtûkek helbestê ya bi zimanê Kurdî dinirxîne. Vê hefteyê li Şaxa Egitim Sen a Amedê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalê Êşa Evînê ya Mem Farqînî yê ku ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye û li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtîye, hat nirxandin. Di destpêkê de xwişka Mem Farqînî, Ronahî Çelîk derbarê pirtûkê û têkoşîna helbestkar de axivî. Ronahiyê diyar kir ku birayê wê Mem Farqînî 25 sal in di girtîgehê de ye û li girtîgehê pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalê Êşa Evînê nivîsandiye. Piştî axaftina Ronahiyê endamên komê derbarê pirtûkê de nirxandin kirin.
 
'Di 24'emîn Pêşbirka Huseyin Çelebî ya Çîrok û Helbestê de xelat girt'
 
Ronahî Çelik a ku di destpêkê de axivî derbarê Mem Farqînî de diyar kir ku ew ji bo pêşketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî bi salan e li berxwe dide û wiha got:"Mem Farqînî 25 sal in di girtîgehê de ye. Ew di 1994'an de hat girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn. Li gelek girtîgehan ew gerandin. Berî ew têkeve girtîgehê jî bi wêjeyê mijûl dibû. Di girtîgehê de jî xebatên xwe yên wêjeyê dewam kir. Helbest, çîrok û ceribandinên wî di kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Di 24'emîn Pêşbirka Huseyin Çelebî ya Çîrok û Helbestê de xelat girt. Pirtûkên bi navê Qaqlîbaz û Jonathan, Sîbera Rê û Mêrza Mihemed, Serpêhatiyên Alîs û Roberto Lowis Stevenson ji Îngilizî wergerande Kurdî. Têkoşîna wî ya ji bo doza azadiyê bi salane didome."
 
'Ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de ye' 
 
Rohanî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat destpêkirin û got:"Birayê min ji 1'ê Adarê heta niha ji bo aştî û azadî pêk were di greva birçîbûnê de ye. Em dixwazin hemû kes dengê berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne, bibihîsin."
 
Nirxandina pirtûka helbestê ya bi navê Xeyalê Êşa Evînê ya Mem Farqînî bi xwendina helbestên wî bi dawî bû.