Fuara Pirtûkan a Îzmîrê deriyên xwe vekir: Krîzê tevlîbûna fuarê kêm kir

  • 09:05 11 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - 24’emîn Fuara Pirtûkan a Îzmîrê dest pê kir. Ji ber zêdebûna bihayên kaxizan, hem çapxane û hem jî xwendevan bi gazincin.
 
24’emîn Fuara Pirtûkan a TUYAP’ê ya Îzmîrê bi 465 weşanxane û saziyên civaka sivîl hat vekirin. Lê ji ber krîza aboarî û bûhayê dovîzê her kes bêzar bû. Hejmara kesên tên fuarê kêm e.
 
Ozlem Tulga ya ku Weşanxaneya Galeatî bi hevjînê xwe re  dide xebitandin, got ji sala borî de zêdebûna dovîzê bandorek mezin kiriye, kêm pirtûk hatine çapkirin. Ozlem destnîşan kir ku berê bi teqsît pereyê çapê dihat dayîn lê niha ewil tê xwestin, bihayê çapê bandor li bihayê pirtûkan jî dike.
 
Asuman Atakîşî ya ku çapxaneya wê heye û 24 sale bi hevjînê xwe re Kovara Îzmîr Îzmîr çap dike, bi lêv kir ku ji ber zêdebûna dovîzê gelek çapxane hatine girtin û diyar kir ku bi reklamên ji şaredariyan digirin û maeşên teqawîtbûnê karê xwe didomînin.Asumanê wiha axivî: “Sedemek din jî ev e ku şîrketên mezin bandorê li ser çapxaneyên biçûk dikin. Şîrketên mezin bi teknolojiyê dikarin  hîn erzantir hilberînê bikin.”
 
‘Mafê zarokan yê xwegîhandina zanînê tê astengkirin’
 
Hulya Arinç jî destnîşan kir ku ji ber biha zêde ne, nikarin tiştekî bigirin û dema pirtûkên ji bo pêşketina zarokan neyê girtin jî mafê zarokan yê xwegîhandina zanînê tê astengkirin. Yeşîm Şanli jî anî ziman ku sala borî ji bo zarokê xwe 10 pirtûk girtiye lê îsal yek girtiye, divê ji pirtûkan bac neyê girtin. Xwendekara lîseyê Kader Urun jî destnîşan kir ku kesên cilên biha û telefonên biha dikirin, ji bihayên pirtûkan bi gazincin û ev rastiyê nîşan nade. Kader diyar kir ku ji ber ku di fuarê de biha hinek din kêmtire, ew tercih dike.