Bi pênûsa xwe berxwedana Gelê Efrînê nivîsand

  • 09:05 10 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Mamoste Zozan Mihemed a ku bi pênûsa xwe pirtûk a bi navê 'Efrîn Name' li ser Berxwedana Serdemê nivîsandiye got:"Em ê her berxwedana Gelê Efrînê binivîsin." 
 
Mamoste Zozan Mihemed  ji Kantona Efrînê ye û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûye. Mamoste Zozan Mihemed a ku bi pênûsa xwe pirtûk a bi navê 'Efrîn Name' li ser Berxwedana Serdemê nivîsandiye derbarê berhema xwe de axivî. Zozanê got:"Berxwedana Serdemê ya ku di dîrokê de olan da dê her bidome."
 
Zozanê wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di dibstanê de di pola dehan de Mamosteya min qebilîyeta min ji nivisandinê re dît û xweset alîkariyê bide min ku ez pêş bikevim. Piştgiriya mamosteya min pir hêz û moral da min. Min gelek pirtûk xwendin û lêkolîn kir."
 
'Pênûs dermanê min e'
 
Zozanê diyar kir ku ew tevlî gelek pêşbaziyên li bajarê Şam û Helebê bûye û baweriya mamosteyên wê pir pê hatiye û wiha dom kir:" Min dest bi nivsandina çîrokên zarokan kir û him wêneyên wan jî xêz dikir, paşê min hestên xwe bi  hinek helbestan parve kir. Ji ber ku ez kesayetek pir bêdeng im nivîs ji min re derman bû ku ez hestê xwe parve bikim. Pirtûkaxaneya min hebû li Efrînê û min dema xwe bi xwendinê derbas dikir."
 
'Efrîn name ye'
 
Zozanê wiha dom kir: "Romana min a yekê bi navê 'Qêrîn di  qirikên qetî de difetisin' min nivîsand, li ser êşa ku malbat dibînin ew roman di mihrîcana li Efrînê hat xwendin û gelek jê hat hezkirin. Romana min a duyemîn lê yekem a ku hat çapkirin bi navê 'Efrîn Name' ew jî li ser berxwedana Gelê Efrînê ye. Di berxwedana serdemê de, zilm û êrîşa dewleta tirk min rave kir. Her wiha min behsa berxwedana li dijî dagirkeriyê kiriye. Min xwest bi riya romanekê nameya gelê Efrînê bigihînim cîhanê, yên ku guh û çavên xwe li hember hovîtiya dagirkeriya Tirk girtin e, min xwest bi gotin, peyv û tîpên ji qêrîna zarokan guh û çavên cîhanê vekim."
 
'Efrîn wê were rizgarkirin'
 
Zozan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lehenga min mamosteyek e, bi riya wê min berxwedana 58 rojan nivîsand. Hevalek min di şerê berxwedana serdemê de şehîd bû. Êşên dayîk û zarokan di vê pirtûkê de diyar dibe. Bi alîkarî û piştgiriyên hevalên min ez gihaştim vê astê. Ez dixwazim bi riya vê romanê nameyekê bidim ku Efrîn wê were rizgarkirin."
 
'Pênûsa me berxwedana gel dinvîse'
 
Zozanê di dawiyê de wiha got: "Dema vegera Efrînê wê romaneke din li ser berxwedana gel li Şehbayê û rizgar kirina Efrînê were nivîsandin. Pênûsên me her tim berxwedana gel dinivîse, ji ber ku gel bi dîroka xwe tên naskirin, divê her yek berxwedana gelê Efrînê binivîse. Em ê her berxwedana Gelê Efrînê binivîsin."