‘Di parastina zimanê dayikê de rola herî girîng jinan girt ser xwe’

  • 09:07 9 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Şadê Agon ya di Kovara muzîkê ya Kurdî Ziryab de wergera Dimilkî dike, diyar kir ku di parastina zimanê dayikê de jinan rola girîng girtiye ser xwe û wiha got: “Rastiye ku nayê înkarkirin heye, ziman bi têkiliya dayik-zarokê heta îro hatiye. Ragîhandina ziman, hînkirin û fêrkirin berpirsyariya her kesî ye."
 
Kovara Muzîkê ya Kurdî Ziryab di mijdara 2018’an de dest bi weşandê kir. 4 mehan carê derdikeve û di lijneya wê ya giştî de muzîkjen Harun Elkî, Ozan Irmak û ji koma Siya Şevê Gokçe Selîm û Serhat Temel cih digire. Edîtorê komarê jî Mewlûd Oguz dike. Armanca kovarê ev e ku li her derê û li her astê pisgirêkên muzîka Kurdî û muzîkjenan ji nîqaşê re vekin. Şadê Agon ya di kovarê de bi Dimilkî wergerê dike, der barê girîngiya ziman û rola jinê de nirxandin kir.
 
‘Dimilkî hîna di bin xetera windabûnê de ye’
 
Şadê diyar dike ku 8 sale wergerê dike û wiha axivî: “Ez pir dereng bi wergerê re eleqeder bûm. Di wêjeya Kurd de min ferq kir ku kêmasiyek mezin heye. Ez bi çand û hunerê re eleqeder dibim. Hejmara duyem a kovarê nû derket. Di hejmara yekem de min bo albuma Mîkaîl aslan ya Vengê Royî nivîsek nivîsî. Di hejmara duyem de min roportaja Erdogan Emîr werger kir. Mixabin dimilkî jî di bin xetera tûnebûnê de ye. Ev tê wateya windabûna pêşerojê an jî windabûna welat.”
 
‘Ziman bi têkiliya dayik-zarok pêş dikeve’
 
Şadê daxuyakirin ku herî zêde jin xwedî li ziman derdikevin û girîngiyê didinê û dawî li axaftina xwe anî: “Rastiye ku nayê înkarkirinê heye. Ziman bi têkiliya dayik-zarokan heta roja me ya îro hatiye. Li gorî min jin xwedî li ziman derdikevin û girîngiyê didinê. Ji bo ragîhandina ziman a ji bo pêşerojê her kes berpirse. Divê di vê mijarê de her kes berpirsyariya xwe bîne cih.”