Zehra Dogan xelata xwe diyarî çalakgerên greva birçibûnê kir

  • 12:05 5 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya azadiya îfadeyê ya navneteweyî Index on Censorship xelata Azadiya Îfadeyê da rojnamevan Zehra Dogan. Zehra xelata xwe diyarî çalakgerên greva birçîbûnê kir.
 
Saziya azadiya îfadeyê ya navneteweyî Index on Censorship, Xelatên Azadiya Îfadeyê ku dide mirovên li qada hunera li dijî sansurê, kampanya, aktîvîzma dîjîtal û rojnamevaniyê, da xelatgiran. Xelata îsal da rojnamevan-wênevan Zehra Dogan, ku di dema êrîşên qirker de yên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi hinceta nûçe û wêneyên xwe hate girtin û zêdeyî 2 salan li girtîgehê hate hiştin.
 
Zehra xelata xwe li Londonê bi merasîmekê wergirt û diyarî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, kir. Zehra di merasîmê de bi Kurdî axivî û ji bo çalakgerên greva birçîbûnê wiha bang kir: "Niha li welatê min greva birçîbûnê heye ku parlamenter Leyla Guven dest pê kir û bi hezaran girtî tê de ne. Rewş krîtîk e, bibin dengê wan."
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) ya bi KHK’ê hat girtin, Rojnameger-Wênesaz  Zehra Dogan di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê de bi hinceta ‘propangandaya rêxistinê’ kiriye hat girtin û di 24’ê Sibatê de ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê hat tahliyekirin.