Newaya Jin 15 salî ye

  • 11:32 4 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Newaya Jin ku di 4'ê Nîsana 2005'an de bi dirûşma "Di jiyana we de rûpelekî nûh" dest bi weşanê kir 15'emîn salvegera weşana xwe pîroz dike.  Rojname ji roja ku dest bi weşanê kir û virde di warê weşangeriya jnê de bû sedema pêşketinên girîng. 
 
Rojnameya jinê Newaya Jin ku li ewropayê mehane tê weşandin, 15 salên xwe yên weşanê qedandin. Newaya jin ku di 4'ê Nisana 2015'an de bi dirûşma "Di jiyana we de rûpelekî nûh" dest bi weşanê kir. Rojname ji bo balê bikişîne ser tundiya li jinê hejmara xwe ya yekemîn bi manşeta "Em ê rê nedin qirkirinê" derxist.  Newaya Jinê bi van gotinan armanca weşana xwe diyar kir: "Newa; li dijî hişmendiya ku nasnamzeya jinê û hebûna wê qebûl nake û di çewisînê têdikoşe."
 
Rojnameya ku bi kurdî û bi tirkî weşanê dike di 15 salan de 169 hejmarên wê hatin weşandin û li gel vê weşanê, pirtûk û biroşur jî dan weşandin û gelek piroje jî pêk anîn. 
 
Jiyana jinan di weşana xwe de derxist pêş
 
Newaya jin ku bi hezaran aboneyên wê hene li ser înternetê jî dikare bê şopandin. Newaya Jin li her mala ku ketê bandora erênî li ser jiyana jinan kir. Lijneya Weşanê ya rojnameyê bal kişand ser xeta weşanê ya rojnameyê.
 
Lijneyê diyar kir ku rojname ji ber pêdiviya jinên ev 30 salin li ewropayê ji bo mafên xwe têdikoşin hat weşandin û ji bo wan jinan bû wekî dstpêkekê. 
 
Li dijî medyaya mêr helwesta xwe zelal kir
 
Rojnameya ku rojeva herêmê û ya cîhanê bi nêrîna jinê raxist ber çavan, li dijî medyaya baviksalar wekî alternatîf hat weşandin û nûçeyên di warê jinê de weşandin. Herwiha ji aliyê lijneya weşanê  rojnameyê ve hat aşkerakirin ku bi rûpelên di katagoriya çand-huner, rojane, spor, ekolojî, ciwan, û zarok de hatin weşandin. Di van rûpelên ku hatin weşandin de mijarên gelek girîng ên kurtistanî, cîhanî, zarok û gelek mijarên din ên li ser têkoşîn û jiyana jinê hatin weşandin.  
 
Herwiha rojname piştî ku dest bi weşanê kir û şûnde ji bo portreyên jinên ku di dîroka têkşîna jinê de şopa xwe hiştine jî cih veqetand.