4'emîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol didome

  • 10:13 4 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 4’emîn Mihrîcana  Şano ya Şehîd Yekta Herekol, di roja xwe ya 7'an bi pêşkeşkirina şanoya Kevana Zêrîn dewam dike. 
 
4’emîn Mihrîcana  Şano ya Şehîd Yekta Herekol, di roja xwe ya 7'an de berdewam dike. Bi tevlibûnek mezin ji rewşenbîr, hunermend, nivîskar û şanoger ji bakur û rojhelatê sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê a bajarê Qamişloyê Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol didome.
 
Di roja 7'an de Koma Kevana Zêrîn şanoya bi navê  'Jina Bêkes' pêşkeş kir. Şanoya ku mijara wê jin bû eleqeyek mezin dît.
 
Di dawiyê de jî  li ser şanoyê nirxandin ji aliyê kesên hazir ve hatin kirin.