4'emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê dest pê kir

  • 10:48 28 Adar 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Bi dirûşma “Vedenga zeytûnê” û  bi boneya roja şano ya cîhanî û salvegera Berxwedêr Yekta Herekol Çand û Hunera Mihemed Şêxo  4'emîn Mihrîcana Komîngeha Şano li dar xist.
 
Bi boneya Roja Şano ya Cîhanî û salvegera Şanoger Şehîd Yekta Herekol Tevgera TEV-ÇAND'ê 4'emîn Mihrecana Komîngeha Şanoyê dest pê kir. Mihrîcana li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo bi tevlîbûna bi sedan endamên sazî û dezgehên civaka sivîl û şêniyên herêma Cizîrê her wiha endamên çand hûner ji Kobanê, Şehba, Reqa amede bûn.
 
Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê nameya Şehîd Yekta ji aliyê endama Çand û Hûnerê Roza Sile ve hat xwendin. Paşê jî sinevizyon li ser jiyana Berxwedêr Yekta hat temaşekirin.
 
Di berdewamiya mihrîcanê de Koma Amara stranên Berxwedêr Yekta pêşkêş kirin. Paşê li ser navê TEV-ÇAND'ê axaftin hat kirin û vekirina Mihrîcanê pîroz kirin. Paşê Şanoya bi navê ' Xeltîkên Reş' ji aliyê Şanogerên herêma Efrînê ve hat pêşkêşkirin.
 
Hêjayî gotinê ye dê ev mihrîcan heta 10 rojan bidome û her roj şanoyên cuda werin pêşkêşkirin.