Amadekariyên Kevana Zêrîn ên ji bo Mîhrîcana Komîngeha Şanoyê

  • 11:05 27 Adar 2019
  • Çand û Huner
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Kevana Zêrîn dê beşdarî 4'emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, bi vê armancê Koma ' Teyadira Sara Baran' a Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê hazirtiyê xwe dikin, dê di 3'ê Nisanê de şanoya xwe di Mihrecanê de pêşkêş bikin.
 
Şanoya koma' Teyadira Sara Baran' ya Kevana Zêrîn ya Herêma Cizîrê dê tevlî 4'emîn Mihrîcana Komîngeha Şanoyê ya Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê bibe. Ev Mihrîcan dê 27'ê adarê dest pê bike û heta 7'ê nîsanê bidome. Dê koma Kevana Zêrîn jî di 3'ê nîsanê Şanoya xwe pêşkêş bike. Şanoya koma' Teyadira Sara Baran' ya Kevana Zêrîn wê şanoya Biyanî ku ji aliyê nivîskarê Îtalî Dario Fo û hevjîna wî Franca Rame ve hate nivsandin û li  bajarên cîhanê hatiye pêşkêş kirin, dê pêkşkêş bikin. Bi vê armancê jî gelek kes bi vê şanoyê û hazirtiyê wê mijûl bûne. 
 
Têkildarî mijarê Leystikvanên Şanoyê derbarê hazirtiyên xwe û beşdarbûna Mihrîcanê de axivîn.
 
'Şanoya li ser azadiya jin û mafê wê bi wate û giring e ji bo me'
 
Beraa Husên diyar kir ku hazirtiyên wan berfireh in ji bo beşdarbûna Şanoyê û wiha got:" Ev Şano xwedî wate û girngiyekê ye, ji bo wê me pir hazirtî kirin ji bo em beşdarî Mihrîcanê bibin. Mijara Şano azadiya jin û daxwazê bidestxistina mafê xwe dipejirîne, loma em pir bi heyecan in ji bo pêkşêşkirina şanoyê."
 
Zelal Mûsa jî wiha got:" Ev şeş meh in ji bo vê şanoyê hazirtî hene, hêviyê me hene ku kesên şanoya me temaşe bikin kêfxweş bibin û biecibînin.."