Mîhrîcana Govenda Gelêrî ya Herêma Firatê bi dawî bû.

  • 15:24 25 Adar 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Mîhrîcana  Govenda Gelêrî ya Herêma Firatê bi belavkirina xelatan bi dawî bû. 
 
1’emîn Mîhrîcana Govenda Gelêrî ku di bin diruşmeya “Em bi hev re çanda xwe ya resen biparêzin” ku li navenda Çand û Hûnerê Baqî Xidoya Kobanê hat lidarxistin û di nav de komên ji Tebqa, Minbic, Girê Spî û Kobanê beşdar bûn bi belavkirina xelatan kom û şêwekaran bi dawî bû.
 
Di destpêka Mîhrîcana Rêzan Neasan Rêveberiya desteya Çandê yê herêma Firatê axivî û wiha got: “Herêma Firatê bi dewlemendiya xwe ya Çandî tê naskirin. Ev yek jî ji bo me hêzeke. Loma em hemû netew bi hev re çanda xwe ya resen biparêzin.”
 
Ji bo vekirina mîhrîcana Koma dibistana Muzikê ya Kantona Kobanê stran pêşkêş kirin. Paşê jî bernameyê bi vî rengî dest pê kir.
Koma Kobanê ya govendê, Koma govendê ya Çerkez ên Minbicê, Koma Turkmenan ya Minbicê, KomaTebqayê tabloya hunerî, Koma Minbicê ya govendê  ya Kurdî û Koma Minbicê ya govenda Erebî bernameyên xwe pêşkêş kirin.
 
Herî dawî jî desteya Çand û Hûnerê ya herêma Firatê xelat ji bo hemû kom, şêwekaran û Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê jî belav kirin.
 
Mihrîcan bi pêşkêşkirina muzîka govenda gelan bi dawî bû.