Li dijî qeyûman protestoyên bênavber destpê dikin

  • 09:04 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Li dijî qeyûmê ku tayînê şaredariya Colemêrgê hat kirin bernameya çalakiyan a bênavber a ‘li dijî îradeyê meşa rêzdariyê’ hat îlankirin. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku divê civak li dijî qeyûman refleksa xwe dane holê û bi taybet jî êrîş zêdetir li ser jinan e, divê herî zêde jin îtîraza xwe bilind bikin.
 
Çalakiyên protestoyî yên li hember tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê didomin. Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiyên xwe li her qadê didomînin. Di çarçoveya  ‘li dijî îradeyê meşa rêzdariyê’ ya Navenda Giştî wê bernameyên çalakiyê pêk bîne û yek ji lingê vê wê li Kurdistanê pêk bê. Li Wanê jî wê gelek çalakî û bername pêk bên û bê navber tê diyarkirin ku divê piştevanî bê mezinkirin.
 
Meş wê 6 rojan bidome! 
 
Di 3’ê Tîrmehê de ji Êlihê saet di 10.00’an de wê heyetek bê Wanê û bi heyeta li Wanê re saet di 16.00’an de daxuaniyê bide, bimeşin Colemêrgê. Li gorî bernameyê tê plankirin ku di 6 rojan de bigihêjin bajarê Wanê. Berfirehiya meşê wê rojê pêş de zelal bibin. Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Divê li dijî îradeyê her kes dengê xwe bilind bike’
 
Gulşenê da zanîn ku heta niha çalakiya xwe li ber şaredariyê dimeşandin û got: “Ne tenê li ber şaredariyan wê li her bajarî çalakiyên me bidomin. Der barê çalakiyên  xwe de em bang li hemû gelê xwe, hêzê demokrasiyê dikin. Qeyûm xespkirin e. Ev ne tenê mijara gelê Kurd e. Îro qeyûmê tayînê şaedariyên krudan bûne tayînê hemû şaedariyên welat bûye. Divê li dijî xespkirina îradeya gel her kes dengê xwe bilind bike.” 
 
'Divê bi taybet jin li dijî qeyûman îtîrazên xwe bilind bikin'
 
Gulşenê wiha dawî lê anî: “Pêkanînên qeyûm herî zêde jinan hedef digirin. Hûn dizanin rêveberiyên herêmî ji bo me jinan pir girîng in û gelek projeyên me û xebatên me yên jinan hebûn. Ji bo jinan derfet hatin dayîn. Ez bang li hemû jinan dikim ku divê bi taybet jin li dijî qeyûman îtîrazên xwe bilind bikin.”
 
 

Etîketan:

qeyum