Bi hezaran kes li Depînê li bendê ne ku bikevin bajêr

  • 15:19 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Beriya mitînga ku dê li dijî xespa vînê li Colemêrgê bê lidarxistin, bi sedan wesayîtên ji derveyî bajêr hatine ji ber kontrola GBT’ê ya li noxteya lêgerînê ya Depînê ya di ketina bajar de li bendê ne ku bikevin bajêr. 
 
Li dijî xespa vînê ya li Colemêrgê di hevkariya gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî de bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” mitîng tê lidarxistin. Ji bo mitîngê di saetên serê sibê de ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin bajêr. Ji ber pêkanîna GBT’ê bi hezaran kes li noxteya lêgerînê ya polîsan li Depînê tên sekinandin. 
 
Ji ber vê pêkanînê ketina bajêr a ji aliyê Wan û Çelê ve ji trafîka wesayîtan re bi temamî hate girtin. Wesayîtên ku piştî lêgerînê hatine berdan jî li dora Serê Sola rêwiyan deynin û wan dîsa bi paş ve dişînin qada neftê ya li kêleka noxteya Depînê. Li noxteya ku trafîk bi temamî hatiye xetimandin dibe ku welatî piştî çend saetan bigihin qada mitîngê. Hate zanîn ku hevdîtinên ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê ve ji bo rê were vekirin hatine kirin jî bêencam mane. 
 
Li aliyê din welatiyên di saetên serê sibê de gihiştin bajêr li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr ber bi qada mîtîngê ve dimeşîn. 
 

Etîketan:

qeyum