Colemêrg ji mîtîngê re amade ye

  • 11:13 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Bi hezeran kes ji bo tevlîbûna mîtîngê gihaştin Colemêrgê. 
 
Di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin û li dijî tayînkirina qeyûm dê îro li qada otogarê ya li Taxa Tekserê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Mitîng dê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûr nedin bên xespkirin” bê lidarxistin. Gelek welatiyên ji bajarên cuda ji duh ve ji bo tevlibûna mitîngê ketibûn rê. Bi sedan welatiyên ji bajarên Îzmîr, Edene, Amed, Erzirom û Agiriyê ketin rê gihiştin bajar. 
 
Welatiyên ji neçarî li cihekî dûr ê qada mitîngê paya bûn, li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom dibin. 
 

Etîketan:

qeyum