‘Heta tecrîd rabe wê têkoşîn bidome’

  • 18:18 7 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN\MERSÎN -  Di çalakiyên ‘dawî li tecrîdê bînin’ de  peyama hta ku tecrîda li Îmraliyê ranebe wê  têkoşîn bidome hat dayîn.
 
Li Mêrdîn û Mersînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên ‘dawî li tecrîdê bînin’ pêk hatin.
 
Mêrdîn
 
Bi pêşengiya  Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA),Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Girtiyan (TUAY-DER), DBP û DEM Partiyê çalakiya ‘dawî li tecrîdê bînin’ pêk anî. Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DEM partiyê, endamên meclîsa şardariyê û gelek kes tevli bûn.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mehdî Tunç axivî û da zanîn ku çi dibe bila bibe wê qedexeyên kêfî qebûl nekin û got ew biryarên qeyûman qebûl nakin, divê AKP demildest dawî li vê polîtîkayê bîne. 
 
Parlamenter Berîtan Guneş jî axivî û got ew dixwazin mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û wiha got: “Ev 194 roje li girtîgehan berxwedan heye. Ji bo azadiya Birêz Ocalan di grevan de ne. Li hemû kesên DEM partiyî doz tên vekirin. Dewlet dibêje ku hûn nasnameya xwe biparêzin hûnê wisa di bin zextan de bin. Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Em yek jî ne azadin. Bajarên me di bin tecrîdê de ne. Hta ku tecrîd neşikê û gelê me azad nebe wê berxwedana me bidome.”
Daxuyanî bi çalakiya runiştinê ya 10 deqeyan bidawî bû. 
 
Mersîn
 
Li Mersînê çalakiya ku malbatên girtiyan bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bikin” dane destpêkirin kete hefteya 7’emîn. Di çalakiya ku malbatên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan û Perîhan Koca tev li bûn de pankarta “Tecrîdê bi dawî bike” hate vekirin. Malbatên girtiyan ên tevlî çalakiyê bûn pêşmalkên ku li ser bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a ber bi avahiya AKP’ê ve hate astengkirin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş diyar kir ku di hefteya 7’emîn a çalakiya xwe de dîsa bang li desthilatê dikin û got: “Divê bêhiqûqiya li girtîgehan diqewime demildest were bidawîkirin. Heta ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û tecrîd bi dawî nebe em ê van çalakiyên xwe bidomînin.
 
Em ê têbikoşin
 
Alî Bozan, behsa nîqaşên “asayîbûn” ên piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hatin kirin kir û got: “Em dibînin ku asta em hatinê nermbûn û asayîbûn çîrok e. Hewl tê dayîn di bin banê nermbûn û asayîbûnê de li vî welatî faşîzm tê asayîkirin. Lê em destûrê nadin vê yekê. Heta ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Çalakiya rûniştinê bi klamên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin re bi dawî bû