Hevserokan ji Wanê bang kirin: Gelê Kurd her tim li ber xwe bide

  • 16:05 7 Hezîran 2024
  • Rojane
WAN - Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Wanê hevdîtina bi gel re tê kirin û serdana dikandaran hat kirin.  Hevserokan gotin, “Kurdan tu carî rê nedan qeyûman. Her tim xwedî li vîna xwe derketin.” 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm, li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat şermezarkirin. Şandeya ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di nav de bi gel re hevdîtin kirin û serdana esnafan pêk anîn. Piştî serdana esnafan girse derbasî Parqa Mûsa Anter bû û hevdîtina gel pêk anî. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê û yên navçeyan, rêxistinên navend û navçeyan û gelek welatî tevlî hevdîtinê bû. Di dema hevdîtinê de dirûşmeyên “AKP neheqe, qeyûm diz e”, “Dest nede vîna vîna min”, “Dem dê bê AKP hesabê bide gel” û “Qeyûm darbeye” hat berzkirin. 
 
‘Em ê li dijî zilmê li berxwe bidin’
 
Di hevdîtinê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Beriya 5 rojan ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ve qeyûm ku tayînê şaredariyê hat kirin vir ve di destpêkê de gelê kurd, hevalên wan, kesên aştî û demokrasiyê dixwazin li dijî zilmê li ser piyan in. Em ji bajarê berxwenê yê Wanê bang dikin. Em qeyûman nas nakin û em ê li dijî qeyûman bisekinin. Em zanin ku qeyûm çine?  Qeyûm nenaskirina zimanê kurd, çandê ye û em zanin çawa texrîp kirine. Her wiha mafê mirovahiyê hatiye binpêkirin. Mizginiya herî mezin ya AKP’ê ji bo vê welatê şer e, dijminatî ye. Erdogan beriya du roj pêşî daxuyanî da û got ‘Dê wek Colemêrg berdewam bike.’ Dibêje ku zilma li dijî Gelê Kurd û dijminatiyê bidomînim. Em ê li dijî zilmê li berxwe bidin û xwedî vîna xwe derbikevin.”
 
‘Gelê Kurd bersivek xûrt da’
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari axivî û diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hem qeyûman û hem jî desthilatdariya AKP-MHP’ê hat têk birin. Tûlay, diyar kir ku desthilatdar dejavû dijî û darbeya sêyemîn jî li Gelê Kurd didin jiyîn û wiha pê de çû: “Hevparên hikûmeta AKP û MHP’ê tifaqa Ergenekon û JÎTEM’ê ji bo zextên siyasî û darbeyê li ser Gelê Kurd bikin xebatên hevpar didomînin. Ez ji Gelê Kurd û Wanê dipirsin; Hûnê rêbidin qeyûman? Nêzîkatiya gelê Wanê, Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê yên li hemberî qeyûmên tam peyama gelê me yê li vir e. Gelê me yê hêja di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiv da hemû Tirkiye û cîhanê. Bi du awayan bersiv da. Beriya her tiştî me hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin, yek bi yek ji zîhniyeta qeyûman-derbeyê û vê hikûmetê paşde girt. Ya duyemîn, me şaredariyên nû lê zêde kirin û AKP'ê di dema desthilatdariya xwe ya 22 salan de di hilbijartinên 31'ê Adarê de têkçûna xwe ya herî mezin dît. AKP paşve diçe. Ev tifaq paşve diçe. Xebatkarên cemaweriyê yên ku hêviya alîkariyê ji vê tifaqê, tifaqa gel, AKP'ê dikin, bi taybetî jî hûn polîsên ku timî rê li me digirin, dê ev dewran ji we re vegere. Ev dewran paşve dizivire. Ev rewş ji bo kesên ku we êşkence kirine vediguhere.”
 
‘Qeyûm tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê’
 
Tûla, destnîşanê qeyûmê ku tayînê şaredariya Colemêrgê hat kirin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro cara sêyemîn e ku armanca wan ew e ku qeyûman tayîn bikin û bi qasî ku em ji peyamên Erdogan fêhm dikin, ew ê li hinek cihan hewl bidin tişta ku li Colemêrgê dest pê kiriye bidomînin. Lê bila zanibin ku em ê heta dawiyê li Colemêrg, Wan, Amed û Mêrdînê li her derê li ber xwe bidin. Berxwedana li dijî zîhniyeta qeyûm tê wateya têkoşîna li dijî faşîzmê. Di vê têkoşînê de em bi tenê nîmin. Di vê têkoşînê de me ji gelek rewşenbîr, demokratên li Tirkiyeyê, şoreşgerên Tirkiyeyê, sosyalîst, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên ji siyasetê dûr ketine piştgiriyê girt.” 
 
‘Em ê lênûska AKP’ê bigirin’
 
Tûlay, anî ziman ku serdema desthilatdariya AKP'ê bi dawî bûye û wiha axivî: “Lênûska AKP’ê em ê bi hevre bigirin. Bi tevî hemû gelên Tirkiyeyê ve. Em ê bi kesên ku li dijî qeyûman demokrasiyê diparêzin, pirtûka AKP'ê bigirin. Bi tayînkirina qeyûman, AKP'ê ne tenê bi standina mafê dengdayîn û hilbijartinê, ku di serdema destpêkê de li Tirkiyeyê bi dest xistibû û şertê herî kêm ê demokrasiyê ye, ji destê Kurdan stendin, demokrasiyê gor kirin. Li ser demokrasiyê beton rijandin. Em ê wê diran û neynûka betonê ji holê rakin, em ê bi hev re jiyanek nû bidin demokrasiyê. Em careke din bang li Wanê dikin ku keleha berxwedanê ye, ji bo hemû dostên xwe yên li Tirkiye û Ewropayê, piştgiriya xwe ya ji bo emniyetê zêdetir bikin. Werin em yekî din berfireh bikin, qeymeqam bişînin, nehêlin qeyûm  bên tayînkirin. Werin em bi hev re vê hevgirtinê mezin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi hevgirtin û seferberiya girseyî ya bi gelê xwe re bi rêxistinbûyîn em ê bikin ku qeyûm paşde gav bavêjin. Em ê qeyûman asteng bikin.”
 
Piştî axaftinan ji vir heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşme, çepik û tililiyan meşiyan.
 
 
 

Etîketan:

qeyum