Encumenên şaredariyê: Em ê di xizmeta gelê xwe de bin

  • 11:42 7 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê qeyûmê hatiye tayînkirin red kirin û bi yek dengî Hevşaredar Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijartin û gotin dê di xizmeta gelê xwe de bin. 
 
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê Hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat kirin. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û ji doza 10 sal in berdewam dike 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ew şandin girtîgehê. Dorpêça polîsan li ser şaredariyê didome. Encumenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê jî li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê li hev civiyan. Encumenên ku rêveberiya qeyûm red kirin, daxuyaniyek weşandin û serokwekîltiya şaredariyê bijartin. 
 
Encumenan bi yek dengî Hevşaredar Viya Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart. 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak ê ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar e, daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê Colemêrgê li dijî her cure hîle û zordestiyê bi awayek eşkere helwesta xwe nîşan daye û xelkê bajêr her dem xwedî li îradeya xwe derketiye. 
 
Vezîr bi berfirehî li ser tayînkirina qeyûm sekinî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredarê me pirr bi awayek eşkere bi sedemên siyasî hatiye kirin. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan dibêje, ‘ne qanûn, hiqûqê tişta pêwîst kir’. Lê em jî dibêjin hiqûq li Colemêrgê ne di dewrê de ye. Rêya hiqûqê bi Colemêrgê nakeve. Hiqûq ji bo kurdan nayê sepandin.” 
 
Vezîr destnîşan kir ku encumenên şaredariya wan ku bi îradeya gel hatine bijartin qeyûm qebûl nakin û got: “Em tenê cihekî û biryarekê esas digirin, ew jî gelê me ye. Berpirsiyariya me ye ku em li wekaleta gelê xwe xwedî derkevin. Em bi berpirsiyarî û hişmendî îro bi encumenên xwe re civiyan û ji bo em îradeya gelê Colemêrgê biparêzin, hin biryar girtin. Li gorî pîvanên hiqûqê divê ku encumenên me serokwekîlek bijarta. Ji ber vê yekê piştî hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û girtin, me wek encumenên şaredariyê di encama dengdanê de hevşaredara me Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart.” 
 
Vezîr anî ziman ku ew ê li ber xwe bidin û xwedî li îradeya gel derkevin û ew ê her daîm xwedî li îradeya xwe derkevin heta ku têkoşîna wan digihîje serkeftinê. 
  
Viyan Tekçe a wek serokwekîl hatiye bijartin jî axivî û destnîşan kir ku ew ê heta 5 salan li cem gelê xwe bin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Viyan destnîşan kir ku qoltixê şaredariyê ku hatiye destesrkirin li wan ne helale û ew ê tu demê dest ji têkoşîn û keda xwe gelê xwe bernedin û her tim bi gelê xwe re di nava berxwedanê de bin. 

Etîketan:

qeyum