28'ê Gulana 2018'an: Şule Çet hat kuştin

  • 09:01 28 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Şule Çet, di 28'ê gulana 2018’an de ji hêla Berk Akand û Çagatay Aksu ve ji qatê 20'an a plazayê hat avêtin. Şule wekî xwe kuştiye di qeydan de derbas bû piştî ku wek mirina bi guman doz hat vekirin û di lêkolînan de derket holê ku Şule ji hêla Berk Akand û Çagatay Aksu ve bi êrişa zayendî re rûbirû maye. Ji destpêkê heta dawiyê parêzerên femînist, rêxistinên jinan û parlamenterên jin şopdarê dozê bûn. Di 6'emîn danişîna dozê de biryar hat dayîn. Ji bo Çagatay Aksu cezayê muebbetê, ji bo Berk Akand jî 12 sal 6 meh cezayê girtînê hat dayîn. Îstînaf, di 17'ê hezîrana 2020’î de cezayê dadgeha herêmî erê kir. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
  
1913: Kovara Cîhana Jinan di nîsana 1913’an de dest bi weşanê kir. Jinên ku di avakirina kovarê de cih girtin di 28'ê gulana 1913’an de Komeleya Parastina Mafên Jinan ên Osmanî vekirin. Di hejmara 55'emîn a kovarê de bernameya komeleyê hat weşandin. 
 
2014: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê hat avakirin. 
 
2014: Yek ji têkoşera mafê reşikan Maya Angelou (86) a ku ozan, nivîskar û sînameger bû li herêma Winston-Salem a Bakurê Carolinayê ya Emerîkayê jiyana xwe ji dest da. 
 
2016: Di 4'emîn Kongreya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ji bo hevserokatiya giştî Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek hat bijartin. 
 
2016: Jinan Metro Turiz a bi destdirêjî û êrişa li dijî jinan di rojevê de cihê xwe girtibû di kêliya danasîna filoya wesayetê de şermezar kirin. Jinan li dijî bersiva rayedaran gotin:"Bila Metroya destdirêjiyê dike hesab bide."
 
2018: Forûma bi navê "Pêşeroja Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" bi banga Neteweyên Yekbûyî (NY), li Qamişloyê bi hevkariya Rêxistina Hevpar ve ji hêla Kongreya Star û Meclîsa Jinên Sûriyeyê hat lidarxistin. Di forûmê de jinan li ser pirsgirêkên xwe yên wekî aborî, civakî û parastinê rawestiyan. Forûmê 2 rojan dom kir. 
 
2020: Hevparên Komcivîna Navenda Piştevanî û Stargehên Jinan, li dijî şîdeta li hemberî jinan bi navê "Plana Çalakiyên Lezgîn" kampanyayek dan destpêkirin û bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinê ya ku di pêvajoya pandemiyê de pêk hatî de. 
 
2022: Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq Civakê (TOHAV) li Otela Elit World a Stenbolê konferansa "Li dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê" hat lidarxistin. Di konferansê de bal kişandin ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.