27'ê Gulana 1995'an: Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bûn

  • 09:01 27 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dayikên Şemiyê cara yekê di 27'ê Gulana 1995'an de li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn. 
 
Çalakiya rûniştinê cara yekê saet di 12.00'an de di 27'ê Gulana 1995'an de roja şemiyê, piştî ku lawê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin, piştî 58 rojan bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat veşartin hat destpêkirin.
 
Dayikên Şemiyê li gel ku di ser çalakiya wan re demeke dirêj derbas bûye, li gel hemû zext û zoriyan çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên girîng ku îro qewimîne wiha ne:
 
1983: Li Tirkiyeyê ji ber ku serjimar gelek zêde bû kurtaj hat qanûnîkirin. 
 
2012: Serokê Serdemê Tayyip Erdogan got,"Ez kurtajê wekî cinayetekê dibînim","Hûn radibin radikevin dibêjin 'Qileban'". Piştî daxuyaniya zayendperest a her kurtajek Qilebanek e ya Tayyip Erdogan di 27'ê Gulanê de Kolektîfa Feminist a Stenbolê got,"Kurtaj heq e lê Qileban komkujî ye" û li ber ofisa serokatiyê ya Dolmabahçeyê pankarta,"Kurtaj heqê min e çi ji serok re" vekir û rê girt. Li bajarên cuda jî jin derketin kolanan û bertek nîşanî serokê serdemê dan. 
 
2013: Li Enqereyê di 25 -26'ê Gulanê de cara yekê "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" ku tê de mijara pêvajoya çareseriyê hat destgirtin pêk hat. 
 
2015: Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê bi dirûşma "Xwedî li dengê xwe derkeve" ji qada Tunelê ya Taksîmê heta Qada Glatasarayê meş li dar xist. 
 
2016: Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê di 2007'an de xelata li dijî cudakariyê ku beşeke ji dersên wan a Evrîm Alataş da Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) yê. JINHA'yê jî xelat di kesayeta Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve ya Xweseriya Demokratîk de ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin diyarî hemû berxwedêrên jin ên di heman têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan kir.   
 
2016: Bîrdariya Jinên Şoreşger ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ve li Goristana Zenda ya li navçeya Xaneqînê ya Diyalayê bi merasîmekê vekirina wê hat kirin. 
 
2018: Meclîsa Jinên Sûriyeyê diyar kir ku Tirkiye û koma girêdayî wê OSO, li Efrînê pêkanînên dijmirovî dikin û ragihand ku heta niha 119 jin hatine revandin û destdirêjî li wan hatine kirin.  
 
2019: Endamên Platforma Jinan a Amedê (DAKAP), derbarê qirkirina jinan a li Amedê de li Yenîşehirê hatin gel hev û qirkirina jinan şermezar kirin.