20'ê Gulana 2022'yan: Ji bo jinên hatin qetilkirin derketin kolanan

  • 09:01 20 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê ji bo jinên li Amed, Şirnex, Xarpêt, Wanê hatin qetilkirin li Meydana Derê Çiyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Hem hevparên torê hem jî gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimîne wiha ne:
 
1899: Lydîa Cabrera ya çand, bawerî, stran, çîrok, ziman û merasîm ên olî yên Efro-Kubayîyan belge dikir ji dayik bû.  Lydîayê li pey xwe 23 berhem hişt.
 
Lydîayê ya yek ji 8 zorkên malbatek a çîna jorîn a ji Kubayê bû di 20’ê gulana 1899’an de ji dayik bû. Bavê wê Raimundo Cabrera Bosch nivîskar, parêzer û parêzvanê serxwebûna Kubayê bû û dayika wê Elîsa Marcaîda Canasonva jî karkera malê bû. Lydîa ji hêla xizmetkarên malê yên ji Efrîkayê ku piştî hatine kolêkirin û anîbûn Kubayê ve hatiyê mezinkirin. Lydîayê ji ber vê yêkê çîrok, bawerî û kevneşopiya Efrîkîyan ji nêz vê nas dike û baweriya wan digire.
 
Di sala 1927’an de dema ku ji bo lêkolina ol û hunera Asyayê bike diçe Parîsê, çanda Efro-Kubayîyan bala wê dikişîne. Lydîayê 11 salan li Parîsê dijî û dema di sala 1938’an de vedigere Kubayê dest bi lêkolîna çanda Efro-Kubayîyan dike. Lydîayê di sala
1959’an de piştî şoreşa Kubayê demek kurt Kubayê terk dike û êdî tu carî venagerê welatê xwe. Ewil diçe Madrîdê piştre diçe Mîamîyê û li wir dimîne.
 
Lydia, dema di 19'ê îlona 1991’ê de li Mîamiyê jiyana xwe ji dest dide pişt xwe 23 berhem dihêle.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne
 
1958: Varvara Stepanova kincên ku her kes bikaribe li xwe bike sêwirand.
 
2007: Li ser banga Mor Çatiyê jinan li Stenbolê gelek civîn pêk anîn. Di encama civînan de biryar hat girtin ku ji bo salvegera 20’emîn “Li dijî lêdanê meş” belavokên bi sernava “Biqîre bila herkes bi bîbihîze, tundiya mêr biqedîne” were çapkirin.
 
2018: Li Hollandayê Xebatgeha Jinên Neteweyî ya Kurd ên Ewropî hat lidarxistin. Jinên nûnerên TJK-E, KEJAR, YNK, Goran, Komala, Yekgirtu û PDK’yî û her wiha gelek jinên endamên Yaresan û Feylî, Tevgera Jinên Êzidî (TAJE), Cîvata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), PYD, Kongreya Star, KNK, Komeleyên Jinên Kurdistanê, parlamenter, akademisyen û jinên serbixwe tevlî xebatgehê bûn. Sîyasetmedar Sakîne Karakoçan di xebatgehê de axivî û got: “Eger yêkîtiya me xurt be, em dikarin li her çar parçeyî şer bikin.”
 
2018: Lîstikvana ABD'yî Meghan Markle, bi Prensê Qraliyeta Yekbûyî Harry re zewicî. Meghan a di heman demê de xwe wekî femînîstekê pênase dike îfadeya zayendperest a "Ez ê di bin her şert û mercî de ji hevjînê xwe re serî bitewînim" derxist.