18’ê Gulana 1973'yan: Aktivîsta mafê jinan Jeannette, koça dawî kir

  • 09:01 18 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Sîyasetmedar, çalakvan û parêzvana mafê jinan Jeannette Pîckerîng Rankîn li Eyaletên Montana, New York, Başûrê Dakota û gelek eyaletên giredayî Emerîkayê de, ji bo mafên jinan di qanûnan de bên naskirin, xebatên rêxistin û lobiyê kir. Jeannette ji bo derketina, danîna qanûna dengdanê ya mafê jinan ên bêsînor li tevahî welêt cîh girt. Di jiyana xwe de zêdeyî 60 sal gelek dozên mafê jinan û dozên mafên sîvîlan parast. Jeannette heta îro jî jina tenê ya ku li Konrêya Montanê hatiyê hilbijartin dimîne. Jeannette berî 49 salan wek îro koça xwe ya dawî kir.
 
Di dîrokê de îro hin geşedanên qewimî ne wiha ne:
 
1692: Elîas Ashmole ya siyasetmedar, astrolog, firoşkara kevnare û her wiha bi kimyayê re eleqeder dibû, endama damezranara Civaka Qraliyetê ya Îngîlîzî ya di pêşxistina zanista ezmûnî de xwedî roleke sereke bû. Elîas di 18'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
1721: Marîa Barbara Carîllo di Engîzîsyona Îspanî de wek “Nêçîrîya pîrebokê” de bi rêya îşkenceyê hat qetilkirin. Marîaya di 96 salîya xwe de hatîbû qetilkirin, tê zanîn ku jina temenê wê herî mezin a ji aliyê engizîsyonê ve hatiye qetilkirin ew e.
 
1852: Wênekêşa Emerîkî Gertrude Kasebîer îro ji dayik bû.
 
1874: Yekem bijîşka psîkiyatriyê, sosyalîst û aktivîsta mafên jinan Madeleîne Pelletîer ji Fransayî îro ji dayik bû.  
 
1907: Irene Hunt a Emerîkayî her wiha nivîskara pirtûka zarokan û bi romanên xwe yên dîrokê tê nasîn îro ji dayik bû.
 
1953: Pîlota ABD'yî û Rêvebera Kargehê, Jacqueline Cochran, wekî pîloteke pêşbirkê di serdema xwe de pêşengiya hewafiriya jinê kir.