17’ê Gulana 1987’an: Meşa jinan a yekem a li dijî lêdanê

  • 09:01 17 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Stenbolê, jinan piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, yekemîn bi girseyî meşa bi navê “Li dijî lêdanê meşa piştevaniyê” dan destpêkirin. Meşê li îskeleya Kadikoyê dest pê kir û bi mitînga li Parqa Yogûrtçû berdewam kir.
 
Meşa tenê jin tevlî bûbûn, li dijî tundiya di nava malbatê û rewakirina lêdanê ya ser jinê  hatibû destpêkirin.
 
Jinan ji bo bertekê nîşanî biryara Dadgerê li Çankiriyê Mûstafa Dûrmûş a betalkirina doza 'jina bi sedema lêdanê dixwest dev ji mêrê pê re zewicî berde' û gotina dadger a “Ji pişta jinê dar, ji zikê wê jî pitik kêm nekin” meş dabûn destpêkirin.
 
Jinan li dijî vê biryarê ku wekî mînak nîşan dide ku tundiya mêr çawa di civakê de rewa tê dîtin, ewilî telgraf şandin, paşê çûn dadgehan û bi girseyî ji bo dozê daxwazname dan. Têkoşîna jinan a li dijî vê biryara pergalê ya lêdanê rewa dibîne berfireh bû û fikra mîtîngê derket holê.
 
Nêzî 2 hezar û 500 jin tevlî mîtîngê bûn û gotin: “Em lêdana ji bihuştê tê naxwazin” , “Lêdana mafdar tune ye” li dijî lêdanê banga piştgiriyê kirin.   
 
Di dîrokê de hin geşedanên qewimî ne wiha ne:
 
1995: Komeleya Mafê Mirovan (KMM), ji sala 1995’an vir ve her sal 17-31’ê Gulanê wek “Hefteya windayan” bi bîr tîne.
 
2017: Aktivîsta femînîst sîvîl û parêzvana mafên jinan a Emerîkî Roxcy O’Neal Bolton li Duk Hîllê ya girêdayî Eyaleta Mîssîsîppîyê ji dayik bû. Roxyê di sala 1966’an de li Mîamîyê ya giredayî Eyaleta Florîdayê Serkeşîya Jinan kir û di 1969’an de bû Cîgira Serokê Neteweyî. Her wiha wê ji bo damezrandina Saziya Jinên Florîda alîkarî da jinan. Ji bo jinên bê avahî stargeha jinan a bi navê “Jinên di bin Xetereyê de” ava kir.
 
Roxcy çar sal berî wek îro di 90 salîya xwe de, li mala xwe ya li Coral Gables a giredayî Eyaleta Florîdayê ji ber têkçûna dil jiyana xwe ji dest da.
 
2022: Li Firansayê peywira serokatiyê Elisabeth girt. Elisabeth bi vê yekê piştî 30 sal navberê şûnde wekî seroka jin a duyem di dîroka Fransayê de cihê xwe girt.