16'ê Gulana 1975: Junko Tabeî derket Girê Everestê

  • 09:01 16 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Junko Tabeî, di 16'ê Gunaa 1975'an de bi Girê Everestê de hilkişiya û bû jina yekemîn ku derket ser vî girî.
 
Junko Tabeî, di 16'ê Gunaa 1975'an de bi Girê Everestê de hilkişiya û bû jina yekemîn ku derket ser vî girî. Her wiha jina çiyager a Japonî di 1992'yan de ji ber ku li 7 parzemînan derket ser 7 çiyayên herî bilind û nasnava yekemîn jina çiyager girt. Junko piştî ku bi Çiyayê Fujî ve hilkişiya di 20'ê Cotmeha 2016'an de di 82 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên din ên girîng di dîrokê de wiha ne:
 
1925: Miova Zanist û astronom Nancy Grace Roman ji dayik bû. Nancy rêvebera Daîreya Feza û Hewavaniyê (NASA) ya yekem a jin e.
 
2019: Koordînasyona Kongra Star a Efrînê, li navçeya Ehdes ya Şehbayê bi dirûşma "Bi berxwedana li zindanan wê Rêber Apo Azad bibe" çalakiya kon li dar xist. Çalakî  9 rojan hat berdewamkirin. 
 
2019: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Taxa Cudiyê wesayita zirxî, li Fevziye Şengul qelibî. Wesayita zirxî piştî bûyerê ji taxê derket û jina ku birîndar jî bû rakirin nexweşxaneyê. 
 
2022: Bi dehan rêxistinên jinan û jinan bi pêşengiya Kongra Star, têkildarî êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriye û Mexmûrê ji Sekreterya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Jinan re name şandin. 
 
Jinên ku di nav wan de Judith Butler, Silvia Federici û Angela Davis jî hebûn diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku Tirkiye êrîşên xwe bi Peymana Neteweyên Yekbûyî rewa bike û xwestin mekanîzmayên tiştê pêwist bê kirin.