13’yê Gulana 1914'an: Mirova zanyar Antonia Ferrîn ji dayik bû

  • 09:06 13 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
13’yê Gulana 1914'an: Mirova zanyar Antonia Ferrîn ji dayik bû
 
Mirova zanyar Antonîa Ferrîn Moreîras 107 sal berê ji dayik bû. Antonîa ya matematîkvan (bîrkar), di heman demê de yekem stêrknasa jin a Galîkî ya rojê bû. 
 
Antonîa di warê astronomî, perdeyên stêrkê yên ku ji hêla heyvê ve hatine çêkirin,  pîvandinên stêrkên cot, pîvandinên asronomiyê û her wiha diyarkirina derbasbûna stêrkan ji tîkaneyê de bi ser ketiye. Antonia dema ku li Zanîngeha Santiago de Compostela (USC) dixebitî bi xebatên xwe bi ser  ket. Di sala 1963’an de yekem jina Îspanî bû ku têkildarî mijara astronomiyê tezek amade kiriye û her wiha teza Antonîayê li Fakulteya Birkarîyê (Matematîk) ya USC tê parastin. 
 
Di dîrokê de hin geşedanên îro qewimîne wiha ne: 
 
1887: Perwerdekar û psîkologa Awîstrelya Lorna Myrtle Hodgkînson îro ji dayik bû. Lorna bû yekem jina ku pîleya doktorayê ji Zanîngeha Harwardê girt.
 
1888: Li Brezîlyayê pêşenga dawîbûna koletiyê Dotmîr Leî Aurea ji bo hemî zarokên ji dê û bavên xwe hatine girtin, di 28’ê  Îlona 1871’ê de qanûnek derxit û zarok hemû azad kir. Leiyê ji bo hemû mirovên kole jî di sala 1885’an de qanûnek îmze kir û hemû mirovên kole azad kir. Piştî sê salê din bi pêşengiya Leiyê qanûna koletiyê ji holê radikir hat qebûlkirin. 
 
1888: Jina Sîsmolog û jeofîzîknasê ya ji Danîmarkî Inge Lehmann îro ji dayik bû. Sîsmologan berê bawer dikirin ku dendikê cîhanê ji yek rûkalek heliyayî pêk tê lê belê nedikarîn pêlên sîsmîk bi baldarî bipîvin û şîrove bikin. Lê belê bi saya xebatên Îngeyê pêlên sîsmîk hat pîvandin û hat qebûlkirin ku dendika cîhanê hişk e. 
 
1907: Nivîskara Îngîlîzî  Daphnê du Maurîer a berhemên wekî Rebecca, (Çûk) (The Birds), Jamaica Xanim, Dodmama min Rachel û Gunehkar ji bo sînemayê adapte kiriye îro li Londrayê ji dayik bû. Daphnê di temenê xwe yê biçûk de dest bi nivîsandinê kir. 
 
1946: Çalakvana mafên mirovan a Emerîkî Zara Dupont di 24’ê Sibata 1869’an de li Louisville, Kentucky ji dayik bû. Zara di rêveberiya nexweşxaneya Louîsvîlleyê de cîh girt û ji bo mafê xwe yê dengdayinê bar kir bajarê Ohîoyê. Zara ji bo mafê jinan a dengdayinê têdikoşe û her wiha bû alîgirê seroka yekem a komeleya ji bo mafê jinan hatibû damezrandin. Zara ya li Bethlehem Steel û Montgomery Warda yê ji bo mafê sîvîl têdikoşiya îro jiyana xwe ji dest da.   
 
2002: Parlementera Elmanî Claudia Roth, ji doza heqaretê ya li dijî Ayvaz Gokdemir 15,000 hezar marq qezenç kir û pere bexşand Weqfa Jinê ya  Mor Çatiyê. Claudia Roth, parlamentera Îngîlîzî, Pauline Green û parlamentera Fransî Catherine Lalumiere re di sala 1995’an de serdana Tirkiyeyê kiribûn. Ew bi êrişa devkî ya wezîrê dewletê yê wê demê Ayvaz Gokdemir rû bi rû hatibûn. Ayvaz Gokdemir ji sê jinan re gotibû “Sê qehpik.” Claudîa yê li dadgehên Tirkiyeyê doza heqaretê vekiribû û doz qezenç kiribû.