12'yê Cotmeha 2019'an: Hevrîn Xelef hat qetilkirin

  • 09:01 12 Cotmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, ji aliyê Artêşa Milî ya Sûriye ku girêdayî Tirkiyeyê ye û Ehrar El Şerqiye ve hat qetilkirin. 
 
Hin bûyerên girîng ku dî dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1859: Nivîskar, siyasetmedar, dîplomat a ermenî Diana Abgar, îro ji dayik bû. Dianaya sefîra yekem a Japonyayê ya Komara Demokratîk a Ermenîstanê ye di heman demê de wekî diplomata jin a yekem a ermenî jî tê naskirin. Dianayê ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê di 8'ê Tîrmeha 1937'an de li bajarê Yokohamayê yê Japonyayê jiyana xwe ji dest da. 
 
2009: Şahîn Ogut ê ku ji sûcê êrîşa zayendî 12 caran doz derbarê wî de hatine vekirin berî bi 14 salan ji sûcê ku tecawizî zaroka ji 15 salî bicûktir kir 20 sal ceza lê hat birîn. Gumanbarê ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat darizandin li gel ku 14 sal di ser bûyerê re derbas bûn cezakirina wê di encama têkoşîna jinan de pêk hat.
 
2015: Li navçeya Sûrê ya Amedê di qedexeyên derketina derve de di 12’yê cotmeha 2015’an de Helîn Hasret Şen a 12 salî di encama gulebarandina ji wesayîta zirxî derket hat qetilkirin. Cenazeyê Helînê ji ber reşandina guleyan saetek şûnde ji kolanê hat girtin û birin Nexweşxana Dewletê ya Selahaddîn Eyubî. Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna vekir piştî demekê biryara veşariyê da ser û doza tazmînatê ya der barê wezareta karê hundir de hat vekirin jî, li 3’yemîn Dadgeha îdarî ya Amedê wezaret ji sedî 85 bi qisûr dît û biryar da ku 314 hezar TL tezmînat bide malbatê. 
 
Bi îdianameya di 12’yê Kanûna 2018’an de hat amadekirin jî ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ xwest polîsê gumanbar bê cezakirin. Lê îdianame bi sedema ‘bi şaşiyên di xalên sewqê de’ hat radestkirin. Di 14’ê cotmeha 2019’an de ji sûcê ‘bi teqsîrî kes kuştin’ îdianame hat amadekirin. 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê bi hinceta çalakiya gumanbar ‘sûcê kuştina ji qestî ya heyî’ biyara bêpeywirê da.
 
Piştî vê biryarê polîsê gumanbar Abdullah Ercan ji sûcê kuştina bi teqsîr li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran hat darizandin. Di rûniştina çaremîn a dozê ya 24’ê îlona 2020’î de heyeta dadgehê der barê gumanbar de bi hinceta destûra lêpirsînê negirtiye biryara rawestîna darizandinê da. Li ser îtîraza parêzeran polîsê gumanbar Abdullah Ercan ji nû ve li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat darizandin û di rûniştina 6’ê îlonê de heyeta dadgehê li dijî daxwaza girtina gumanbar, biryara red da û rûniştin taloqî 15’ê Kanûnê kir.
 
2015: Fatma Esen a ku di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan hat oxirkirin. Jinan di merasîma cenaze de gotin, "AKP'ya aştî qetil kir wê hesap bide jinan."
   
2015: Li Rezana Amedê nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Berîtan Canozer di encama bombeya gazê ku ji aliyê polîsan ve hat avêtin ji serê xwe birîndar bû. 
 
2016: Di çarçoveya Mîhrîcana Axtamarayê ya li Wanê pêk hat de fîlmê "Sara- Hep Kavgaydi Yaşamim (Jiyana min Her Şer bû)" hat pêşandan û ji aliyê temaşegeran ve eleqeyek mezin dît.
 
2017: Hevgerînendeya Giştî ya Weşana Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn bi 6 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin.
 
2017: Jinên ku ji gelek bajaran gihîştin Enqereyê, "Qanûna Bextewariyê" li ber meclîsê şermezar kirin û gotin, "Em destûrê nadin pêşnûme di meclisê re bê derbaskirin."
 
2017: Rojnameger Dîlîşan Îbîş, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Dêrazorê dema ku nûçeya sivîlên ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûn çêdikir hat qetilkirin.
 
2019: Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên wan ji jinên cîhanê re name nivîsîn.