10'ê Cotmeha 2015'an: Komkujiya Gara Enqerê pêk hat

  • 09:01 10 Cotmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê mîtinga "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de rû dane wiha ne:
 
1903: Bi pêşengiya Emmeline Pankhurst û Christabel ji aliyê Yekîtiya Polîtîk û Civakî ya Jinan ve ji bo wekheviya civakî û dengdayinê ya jinan li Keyaniya Yekîtiyê ya ku bi navê Sufrajetî dihat binavkirin Manchester hat avakirin. Heta 1914'an bi awayekî  çalak xebitî. 
 
1944: 800 zarokên çingene bi awayekî sîstematîk li kampa Nazî Auschwitz de hatin kuştin. 
 
2015: Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê mîtinga "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 
 
2018: Nûçegîhan Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin bi hinceta "Îxbara cidî heye" hat girtin. Ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ya lê dihat darizandin ve 7 sal û 6 meh ceza li Sedayê hat birîn. 
 
2020: Piştî meşa bi beşdariya bi hezaran kesî li Kobanê pêk hat şûnde 10'ê Cotmehê wekî Roja ji Abdullah Ocalan re azadî hat îlankirin. 
 
2020: TJA'yê di çarçoveya kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" de li kuçeyên Bostaniçi ya Rêya Armûşa Wanê û Perteka Artemêta Wanê bi jinan re hat gel hevdu. 
 
2022: Bi hezaran jin li parka nêzî Dadgeha Bilind a Amerîkayê ji bo mafê kurtajê meşek li dar xist. 
 
2022: Jin bi Hev re bi Hêz in li Îzmîrê kargeha fîlman li dar xist. Bi fîlma ‘Persepolîs’ jinan bal kişand ser Tevgera Jinên Îranê û Şoreşa Îslamî ya Îranî.