1’ê Cotmeha 2020'î: Hevrîn Xelef di ‘Arşîva Hêvî ya Femînîst’ de ye

  • 09:01 1 Cotmeh 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelek ya bi îşkenceyê hat qetilkirin, ji aliyê AWID'ê ve di ‘Arşîva Hêvî ya Femînîst’ ku kesên navên xwe li dîrokê dane, hat bicihkirin.
 
Komeleya Mafê Jinan a Pêşvebirinê (AWID) di Arşîva Hêvî ya Femînîst ya di 1’ê Cotmeha 2020’î de amade kir de cih da Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a ji aliyê komên Ehrer-El Şerqiye ya girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ve di 12’ê Cotmeha 2019’an de hat qetilkirin. Di arşîva ku 450 jin hatin hilbijartin de  ji 88 welatî jinên têkoşer ên jiyana xwe ji dest dane hatin bicihkirin.
 
Di dîrokê de îro hinek geşedanên din ên cih girtin wiha ne:
 
1847: Parêzvana mafên mirovan û femînîst Annîe Besant îro li London a Îngîlîstanê hat dinê. Ji 300’î zêdetir pirtûk û broşurên Annîe hene. Annîe yek ji damezrînerên Zanîngeha Banaras Hîndu ye. Di 20’ê îlona 1933’yan de jiyana xwe ji dest da.
 
1947: Aktrîst Olîve Borden ya di 14’ê Tîrmeha 1906’an de li eyaleta Vîrgînîa ya DYA’yê hat dinê di mînakên fîlmên ewil ên bideng û bêdeng de lîst. Olîve di 1’ê Cotmeha 1947’an de li Kalîforniyayê jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Jinên bi navê Sadîa Khatrî û Natasha Ansarî li Pakîstanê bi navê #girlsatdhabas (li Dhabayan keç) kampanya dan destpêkirin. 
 
2017: Jin li dijî pêşnûmeqanûna derbarê miftitiyan de li Stenbolê, hatin gel hev û gotin "ev jiyan ya me ye, ev biryar ya me ye."
 
2017: Li gelek bajarên Tirkiyeyê jinan bi awayekî hevdem bi dirûşma ‘ji bo jiyanek wekhev û azad, wisa derbas nabe’ çalakî pêk anîn.
 
2018: Meclîsên jinan bi daxuyaniya ku dan, avabûna "Meclîsên Jinên Karker" îlan kirin.
 
2018: Li Eyaleta Kalîforniyayê ya DYA’yê li lijneyên rêveberiyên şîrketên ji gel re vekirî, rêveberên jin ferz kirin û bi vê li welat îmze avêtin tiştekî yekem. Waliyê Eyaletê Jerry Brown qanûna ku hebûna jinan ferz dikir, îmze kir.
 
2020: Bi banga Kampanyaya Peymana Stenbolê pêk bîne, bi sedan jinî, bang li Meclîsê kir ku Peymana Stenbolê pêk bînin.
 
2022: Platforma Jinan a ji bo Azadiyê (EŞÎK), bi dirûşma "Jiyaneke wekhev, azad û bê tundî" li 11 bajaran forumên jinan li dar xist. Ya yekem li Wanê hat lidarxistin. Forum li Eywana Tahir Elçi ya Baroya Wanê hat lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.