25'ê Îlona 2017'an: JINNEWS dest bi weşanê kir

  • 09:01 25 Îlon 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 25'ê îlona 2017'an de JINNEWS, li dijî cîhana baviksalar ku dibêje “Hûn jin hişbin” em bi zanebûneke xurt a jinan ya ku gotina jinan bi bîr û bawerî derdixe pêş derket rê. 
 
JINNEWS, mîrasa nûçegîhaniyê ji rojnamegerên jin ên beriya xwe ku tu caran li dijî zilmê serî netewandin dewr digirt. Li ser şopa bîra jinê neynikê parçe dikin û gotina xwe ji cihê mayî dibêjin derketin rê. JINNEWS bi dirûşma "Jin bi pênûsa xwe, li pey heqîqetê ne" xwedî li mîrateyan derdikevin. Ajans bi sê zimanî bû dengê jinan. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1920: Parlamentera şoreşger a Yugoslavî Bozidarka Damjanovic-Markovic a bi nasnav Kika jiyana xwe ji dest da. 
 
1981: Sandra Day O'Connor di 26'ê adara 1930'an de hat dinê. Li Amerîkayê cara yekem jinek bû alîkara dadgerekî û ev jî Sandra bû. Sandra ji sala 1981'an heta sala 2006'an li Amerîkayê parêzertî kir û di nav siyasetê de cih girt. 
 
2012: Muzeya Jinan a Stenbolê ji hêla sosyolog Meral Akkent ve di 25'ê îlona 2012’yan de bi rêya dijîtal hat vekirin. 
  
2019: Li Kobanê ji hêla Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Komxebata Jineolojiyê hat lidarxistin. Gelek nûnerên sazî û rêxistinên jinan tevlî komxebatê bûn.