24'ê Îlona 2013'an: Denîz Teztel jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 24 Îlon 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Denîz Teztel a ku dozên siyasî yên Darbeya 12'ye Îlonê dişopand û hemû bi wêneyan ji raya giştî re ragihand ku ji ber sekna xwe ya şoreşgerî di hezîrana sala 1991'an de hat girtin û 7 meh li girtîgehê ma dî 24'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da.
 
Di sala 1984'an de girtî li dijî ferzkirina "cilên tektipî" çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Girtî li salonên dadgehê li dijî ferzkirinê cilên xwe dirandin. Wêneyên ku Denîz keşandin bû sembola 12'yê Îlonê. Bi îdiaya ku endamên Rêxistinên Çepgir ên Şoreşger bi rêya Denîzê ji derve re têkilî danîne di hezîrana 1991'an de hat girtin û 7 meh li girtîgehê ma. Girtina rojnameger Denîz ji hêla rêxistinên rojnamegeran û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat şermezarkirin û doz ji nez ve hatibû şopandin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1871: Lîstîkvana tenîsê Charlotte Dod a îngilîs di gelek beşên sporê de serkeftî bû. Hêj di 15 saliya xwe de di sala 1887'an de di Şampîyona Jinan a Wimbledone ya Yekan de 5 caran bi ser ket. Charlotte, di beşa tenîse, golf, hokey û tîrvaniyê ket pêşbirkê. Di sala 1908'an de di Olîmpiyatên Havînê de di beşa tîrvaniyê de nîşaneya zîv bi dest xist. Charlotte Dod, di 27'ê hezîrana 1960'an de li Îngilistanê jiyana xwe ji dest da. 
 
1898: Astronota Amerîkî Charlotte Emma Moore Sitterly di 24'ê îlona 1898'an de li Pensilvanyayê hat dinê. Di hêla tav û elementên kîmyevî de gelek xebatên taybet da meşandin. Charlotte di sala 1937'an de Xelata Astronomî ya Cannonê girt, Di sala 1961'an de Xelata Jinan a Federal girt û di sala 1990'an de jî Nîşaneya Bruce girt. Charlotte di 3'yê adara 1990'an de ji yana xwe ji dest da. 
 
2013: Di berxwedana Geziyê de jinan gelek caran li kolanan çalakî li dar xistin û di çalakiyan de bi lêgerîna polîsan re rûbirû diman. Li dijî tacizên ku pêk hatî li ber Qereqola Kadikoyê meşek li dar xistin û li ber barîkatên polîsan daxuyaniyek dan çapemeniyê.