28'ê Nîsana 2013'yan: Meclîsa Jinan a BDP'ê kongreya xwe pêk anî

  • 09:02 28 Nîsan 2023
  • Di Dîrokê De Îro
Bi tevlîbûna 10 hezar jinan Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) di 28'ê nîsana 2013’yan de kongreya xwe ya 2'yem pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek ji kongreyê re şand û got "Jin temînata mafên mirovan û demokratîkbûyînê ye". Kongreya ku bi dirûşma "Jinên bi rêxistinkirî, rizgariya demokratîk, jiyana azad" pêk hat. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1913: Cemiyeta Teali-i Nisvan bi navê xwe yê dinê "Komeleya Bilindkirina Rewşa Jinê" hat avakirin. Ev wekî rêxistina femînîst a yekem ku li Tirkiyeyê ketiye bin qeydan tê bîranîn. 
 
1993: Weqfa Jinê Ms. Foundation for Women li Dewleta Emerîqayê ya Yekbûyî bi dirûşma "Keçên Me Bibin Kar" bername da destpêkirin. 
 
2009: Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê bertek nîşanî deşîfrebûna mala stargehê ya şaredariyê dan. 
 
2018: Jinên KESK, DISK, TTB û TMMOB’yê hempîşeyên xwe yên di komkujiya 1'ê Gulana 1977'an de jiyana xwe ji dest dan bi meşa li Kaşê Kazanci yê Konsolosiya Fransizî li dar xistin, bi bîr anîn. Jinan dan zanîn ku ew ê rê nedin mêtingeriya ser jinê ya bi iktidara AKP'ê kûr bûye.