22'yê Nîsana 1898'an: Roja Rojnamegeriya Kurdî

  • 09:01 22 Nîsan 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Mîqdat Mîthad Bedirxan li Paytexta Misirê Qehîreyê di 22'yê Nîsana 1898'an de rojnameya "Kurdistan" weşand. Ev roj ji bo kurdan rojeke dîrokî ye. Ji 1973'yan vir de wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.  
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1823: Aktivîsta mafê jinê ya Danîmarkayî Nicoline Christine Luplau ji dayik bû. 
 
1909: Norolog Rita Levi-Montalcini ya xwediyê Xelata Nobelê ya Tipê hat dinê. Bi hempîşeya xwe Stanley Cohen re di 1986'an de ji ber keşfa wan a faktora mezinbûyina sinir Xelata Tipê girt. 
 
1970: Roja Cîhanê ya yekem ji aliyê 20 milyon kesî ve hat pîrozkirin. 
 
1976: Di dîroka televizyonê de cara yekem jinekê bultena nûçeyan pêşkeş kir. Rojnameger Barbara Walters, nûçeyên şev ên televizyona ABC'yê bi Harry Reasenor re pêşkeş kir. 
 
2009: Hewldana Îstihdama Keda Jinê (KEIG), ya ji 27 rêxistinan pêk dihat ji bo îstihdama jinê zêde bibe daxwaz kir ku birêkûpêkkirin bê kirin. 
 
2017: Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistan-RAJIN bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyanî da û got:"Heta jin bigihêjin sîstemeke civakî ya jin û civak azad dijîn em ê çapemeniya azad pêş bixin û li ser şopa heqîqetê derkevin ser rê."