2'yê Nîsana 2017'an: Rojnameger Evîn Bûldan jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 2 Nîsan 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan, berî bi 6 salan îro jiyana xwe ji dest da. Têkoşîna Evîn a ku jiyana wê bi sirgûnê derbas bü ji aliyê hevalên wê ve berdewam dike.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1602: Rahibe û niviskara ruhanî Agredal Meryem, iro ji dayik bû. Meryem, derbarê jiyana Hz. meryem de gelek vahîy ü 14 pirtûk nivîsîne. Meryem di 1655'an de jiyana xwe ji dest da.
 
1647: Xwezaparêza ku bi eslê xwe ji Swîsreyê ye Marîa Sîbylla Merîan, li Elmanyayê hat dinê. Marîa di sala 1675'emin de pirtuka îllustrasyona xwezayî weşand.
 
1863: Li DYA'yê jin di 2'yê Nîsana 1863'yan de birayara ku li dijî buhabûnê li Qada Richmond Kapîtol çalakiyê li dar bixin.
 
2018: Li Başûrê Afrîkayê li dijî nijadperestiyê yek ji sembola tevgera antî -Apartheîd,  Winnîe Madîkiîzela-Mandela dı 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Winnîe Madîkiîzela-Mandela li gel hevjînê xwe yê berê Nelson Mandela li dijî newekheviya di navbera reşik û sipiyan de têkoşîn da.