18'ê Çileya 2004'an: Galina jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 18 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Galina Gavrilovna Korchuganova ya ji Rûsya û şampiyona akrobasiyê û pilota testê di 18'ê Çileya 2004'î de jiyana xwe ji dest da. Galina bû şampiyona jin a akrobiyê ya yekem. 
 
Galina Gavrilovna Korchuganova ya ji Rûsya û şampiyona akrobasiyê û pilota testê di 18'ê Çileya 2004'î de jiyana xwe ji dest da. Galina piştî ku di 1959'an de perwerdeya teknolojiya hewageriyê qedand bû pîlot û di 1966'an de jî bû şampiyona yekem a jin a akrobasiyê.  
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1951: Amy Beatrice Carmichael a wekî mîsyonereke Xiristiyan tê zanîn li Hîndistanê yetîmxaneyek vekir. Amy a ku 55 salî li vê yetimxaneyê jiya gelek pirtûk li ser xebatên misyonertiyê yên li wir nivîsand. Amy a ku jiyana wê li ser xebatên li yetimxaneyê derbas bû 70 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2000: Avahîsaz û çalakgera komînîst a Avusturyayî Margarete di nava serîhildana li dijî Nazîzmê cihê xwe girt. Margarete 21 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê bi beşdariya bi dehhezaran kesî ji Xaçerêya Hala Fêkiyan ber bi Qada Feqiyê Teyran meş hat lidarxistin. 
 
2020: Xelata alîkariya mirovahiyê ya Konseya Ewropayê Bijîşka Sûriyeyî Amani Ballour girt. Hat diyarkirin ku ji ber wêrektiya Amaniyê ev xelat laîkê wê hatiye dîtin.