15'ê Çileya 2010'an: Dengbêja kurd Fatma Îsa jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 15 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Yek ji dengên mezin ên muzîka kurd Fatma Îsa di 15’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Dengbêja kurd Fatma Îsa bi dengê xwe bandorek mezin kir.
 
Dengbêj Fatma Îsa ku bi ‘De Miho’ di hişan de cihê xwe girt di 1934’an de li gundê Erezengîn a Azerbeycanê hat dinê. Sê sal piştî welidîna Fatmayê malbata wê tevlî surguna mezin dibe. Fatma ya li gundê Hamzali ya Ermenîstanê dijî, di 6 salî de dayika xwe di 8 salî de jî bavê xwe winda dike. Di 14 salî de tê zewicandin û êşa ku dijî bi klaman tîne ziman. Fatma ku ji zarokatiya xwe de li dengbêjan guhdar dike, bi dengê xwe yê mezin ew jî dikeve dîwana dengbêjan û ji bo Fatmayê carekê guhdarkirina klamekê têr dike. Di dema Fatmayê de ji bo jinan  stran û kolan guneh dihatin hesibandin.  Fatmayê ji ber vê ewil klamên xwe di meclisê jinan de, dawet, civîn, dîwan û li zozanan ji jinan re distira.
 
Klama yekem tê qeydkirin…
 
Di Radyoya Erîvanê ya ku di heman serdemê de weşana bi kurdî jî dikir de jinan jî klam digotin. Di 1972'yan de xebatkarên radyoyê dikevin nava gel û li jinên dengê wan xweş digerin. Bi vê yekê Fatma Îsa li Radyoya Erîvanê klaman dibêje. Fatma di Radyoya Erîvanê de klama 'Miho' tenê carekê dibêje. Di demeke kin de di nava klamên ku herî zêde ji aliyê gel ve tê xwestin ku dîsa bê gotin cihê xwe digire. Dawiyê Fatma ji bo radyoyê 4 klamên din jî dibêje. Fatma bi dengê xwe bandoreke mezin li ser gel dike. Piştî vê ji ber zextên civakê Fatma carek din klamên xwe di radyoyê de nabêje.
 
Bi ‘De Miho’ tê definkirin
 
Fatmaya ku di 15'ê Çileya 2010'an de li Krasnodara Moskovayê jiyana xwe ji dest dide li dû xwe dengekî bi efsûn dihêle. Ji aliyê girseyeke mezin tê oxirkirin. Di cenazeyê Fatmayê de ji aliyê dengbêjan ve kilama Miho tê gotin. Fatmayê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt. 
 
Hinek bûyerên girîng ên îro di dîrokê de rû dane wiha ne:
 
1919: Pêşenga tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Luxemburg di 15'ê çileya 1919'an de hat girtin. Bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma û cenazeyê wê avêtin qenela avê. 
 
1968: 5 hezar jinên ku xwe wekî Tugaya Jeannette Rankin bi nav dikirin, li Emerîkayê li dijî dagirkirina Vietnamê çalakiya protestoyê li dar xistin. Femîst Jeannette Rankin a 87 salî pêşiya girseyê dimeşiya. Di meşê de cara yekem dirûşma "Xwişkbûn bi hêz e" hat berzkirin. Piştre ev dirûşm belavî cîhanê bû. Cara yekem jinek bû endama Kongreya Emerîkayê û ev jî Jeannette bû. Jeannette ji bo mafê dengdayînê û li dijî şer her tim di nava têkoşînê de bû. Di Şerê Cîhanê yê 2'yem de li dijî êrişa Emerîkayê ya li hemberî Japonyayê derket û cara yekem parlamenterek li dijî şer deng da. 
 
2006: Michelle Bachelet bû serokdewleta Şîliyê. Ji sedî 53,5 deng girt. Her wiha li Emerîkaya Başûr jî jina 6'emîn bû ku bû seroka dewletê. 
 
2009: Li Elbaka Wanê zaroka 16 salî Naîle Erdaş di encama tecawizê de ducanî ma û derbarê wê de malbat biryara kuştina wê da. Derbarê kuştina wê de 5 endamên malbatê cezayê muebbetê girtin. Rêxistinên jinan bûn şopdarên dozê. 
  
2011: Ji hêla Şaredariya Colemêrgê ve Navenda Piştevaniya Jinan a Binevşê hat vekirin. 
 
2016: Kongreya Star berî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 15'ê Çileya 2005'an de bi navê Yekîtiya Star bi pêşengiya çend heb jinan hat avakirin û ji ber zextên rejîmê xebatên xwe veşartî dikir. Bi pêkhatina Şoreşa Rojava re bi navê Kongreya Star avakirina xwe di 6'emîn kongreya xwe ya 2016'an de îlan dike.