14'ê Çileya 2019'an: Jin TV'yê dest bi weşana nûçeyan kir

  • 09:02 14 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Televizyona Jin TV'yê ya bi dirûşma "Dengê Jinê Ruyê Jiyan" weşana xwe dike û bi bernameyên cuda, bi zimanên cuda bernameyên xwe pêşkeş dike dest bi weşana nûçeyan kir. 
 
Jin TV'ya ku ji mudurên nûçeyan bigire, heta moderatorên bernameyê, ji rejisorê wê bigire heta teknisyenê kamerayê ku xebatkarên wê hemû jin in bi zimanên Erebî, Kurmancî, Tirkî di hefteyê de pênc rojan dest bi weşana bultena nûçeyan kir. 
 
Hinek bûyerên girîng ên îro di dîrokê de rû dane wiha ne:
 
1858: Reformvana Civakî û Avakara Kluba Jinên Yahûdî ya ku yekemîn yekîtiya neteweyî ya jinên Yahûdî ye, Hannah Greenebaum Solomon ji dayik bû. Ev klûb ji bo jinên Yahûdî yên li Emerîkayê dijiyan bû rêxistineke girîng. Hannah, bû jina yekem a li sinagogan diaxive. 
 
1997: Ajansa nûçeyan Agence France-Presse (AFP) ya Firansayê ya herî mezin rapora wekheviyê ya siyasî ya deng veda ya feminist-parêzer Gisèle Halimi weşand. Gisèle Halimi ya endama Mala Çavdêriyê ya ji bo Wekheviyê bû xwest ku makezagon bi awayê ku tê de kota pêk were bê guhertin. 
 
1997: 26 mamosteyên têkoşîna sendîkal didan li Mûşê ji aliyê polîsan ve li sendîkayan hatin binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin. 
 
2010: Çalakvanên Femenê ji bo serokatiyeke bi edalet a li Ukraynayê banga hilbijartinê kir. Çalakî li ber avahiya Komisyona Hilbijartinê ya Kievê pêk hat. 
 
2014: Kader Erten di 12 saliyê de hat zewicandin û hêj 14 salî bû zaroka wê ya duyemin jiberçû. Kader li odeya xwe bi awayeke mirî hat dîtin. Mirina bi guman Kaderê li gelek bajaran hat protestokirin.