7'ê Çileya 2016'an: Aktivîstên aştiyê li meclîsê çalakî li dar xistin

  • 10:08 7 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên parêzvanên mafên mirovan li Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo aştiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Şebnem Korur Fincancı, Mine Nazari, Nadire Mater, Neşe Ozgen, Nimet Tanrikulu, Umît Efe û Umit Sezer di çalakiya ku pêk anîn de xwestin mirinên li herêmê bi dawî bibin û ji bo vê yekê meclîs vexwend peywirê. Jinên laçikên xwe yên sipî danîn erdê gotin Em welatekî azadî, demokrasî, aştî lê heye dixwazin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1908: Aktivîsta Mafê Jinan Cecilia Makiwane li Başûrê Efrîkayê wekî yekemîn hemşîreya pispor dest bi peywirê kir. Di vê serdemê de astengiyeke li dijî reşikan hebû ku bibin hemşîre. Ji sedî 6 jinên reşik xwendibûn. Cecilia ji ber dikaribû biçiya dibistanê azmûna hemşîretiyê derbas kir. 
 
1945: Femînista radîkal Shulamith Firestone ji dayik bû.  Shulamith di 25 saliya xwe de pirtûka bi navê "Diyalektika Zayendiyê: Doza Azadiya Jinê" nivîsand û ev pirtûk ji bo tevgera femînist a Emerikayê bû metnek klasîk. Shulamithê di 67 saliya xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
2002: Rûniştina doza polîsên ku di tebaxa 2001'ê de li Şileya Stenbolê jinek revandibûn û tecawizê wê kiribûn hat dîtin. Feministan û rêxistinên jinan rûniştin şopandin. Doz bi beratkirina yekî û tenê bi cezakirina kesekî bi encam bû. 
 
2009: Ji fikrên cuda bi dehan jin li Îsraîlê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin demildest dawî li pevçûnê bê. Di daxuyaniyê de hat gotin bedelê herî giran jin û kesên bi cudatiyê rû bi rû tên hiştin didin û banga hevdîtina aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filîstînê hat kirin. 
 
2017: Piştevaniya Jinê ya Nar bûyera tecawiza di hundur wesayetê de ya li Enqereyê bi daliqandina dowizan a bi dîwar û rawestgehan şermezar kirin. 
 
2018: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amedê Konferansa Jinê ya Herêmê li dar xist.