3'yê Çileya 1998: Zagona astengkirina Satî li Hindistanê hat qebûlkirin

  • 09:05 3 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Hindistanê zagona astengkirina Satî bi awayê fermî hat qebûlkirin. Sati, kevneşopiyeke Hindûyan a ku jinên hevjînên wan dimirin bi agirê cenazeyên wan dihatin şewitandin. 
 
Di dîrokê de hin bûyerên ku ro pêk hatine wiha ne: 
 
1431: Jeanne d Arc ku li dijî dagirkeriya Îngilîzan Fransa parastibû, di 1431'ê de îro radestî alîgirê Îngilizan Pîskoposê Beauvarîs Pîerre Couchon hate kirin. Jeanne d Arc, di 30'ê Gulana 1431'ê de hat qetilkirin.
 
1988: Li Hindistanê zagona astengkirina Satî bi awayê fermî hat qebûlkirin. Sati, kevneşopiyeke Hindûyan a ku jinên hevjînên wan dimirin bi agirê cenazeyên wan dihatin şewitandin.  
 
1831: Reformîsta civakî ya Hindistanî, mamoste û helbestkar Phule, îro ji dayik bûye. Savîtrîbal a ku wekî mamosteya yekem a Hindistanê tê dîtin, ji bo naskirina mafên jinan gelek têkoşîn daye. 
 
1853: Sophîe Elkan Salomon a ku nivîskar û wergervaneke yahûdî ya Swêdî ye îro hatiye dinê. Sophîe ya ku navê wê dan kolaneke li Goteborgê, xwedî kesayeteke entelektuel bûye.
 
1921: Dîrokzana Matematîk ê Îsabella Grîgoryevna Bashmakova, îro ji dayik bûye. Îsabella ya ku li Akademiya Zanist û Dîrokê xelat girt bi berhemên xwe yên ku nivîsîne tê nasîn.
 
2003: Romanûs û feminîst, Maonîque Wîttîg, di 3'yê Çileya 2003'yan de jiyana xwe ji dest da.
 
2018: Li dijî pênaseyên Serokatiya Karên Diyanetê yên zewaca bi temenê zarokatî û îstismarkirina zarokan teşwîq dike, li ser twittirê bertek mezin bûn û etiketa '#BilaDiyanetBêgirtin' bû TT.