2'yê Çileya 2019'an: Li Hindistanê jinan ji bo ewlehiyê zincîr ava kir

  • 09:06 2 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li eyaleta Kerala a Hindîstanê 5 milyon jin civiyan û ji bo wekheviya zayendî zincîr ava kirin. Her wiha di çalakiya zincîrê de jinan daxwaza ketina îbadetxaneye Sabarîmala ya Hinduizmê kirin. 
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1818: Hunermend û lîstîkvana Îngilîzî Priscilla Horton îro hat dinê. Gelek hunermendan re aqilmendiyê kir.  Di 18'ê adara 1895’an de jiyana xwe ji dest da. Priscilla bi reqs û dengê xwe dihat nasîn. 
 
1991: Sharon Pratt Dixon a reşik bû şaredara Washingtonê û ev tişt cara yekem bû. 
 
2012: Platforma Jinan a Qanûna Bingehîn ji bo temsîliyeta wekhev, li dijî her cûreyên cudakariyê, li dijî mobbîngê pêşniyazname da Meclîsê. 
 
2016: Siyasetmedara Meksîkayî û endama Partiya Demokrat (PRD) Gisela Raquel Mota Ocampo, 6 sal beriya niha îro hat kuştin. 
 
2018: Li Îzlandayê newekheviya mûçeyan a di navbera jin û mêran deji holê hat rakirin. Li dezgehên dewletê û kargehên taybet de jin û mêr heman mûçeyan digirin. 
 
2018: Li Amerîkayê 300 jinên ku di qada sînemayê de dixebitin bi navê "Dem tijê bû" înîsîyatîfek avakirin û li dijî êrişên zayendî kampanyayek dan destpêkirin.