1'ê Çileya 2018'an: Jin li ser medyaya dîjîtal xwedî li Nevînê derketin

  • 09:05 1 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Nevîn Yildirim ji bo xwe ji tecawizê biparêze tecawizkar Nurettîn Gîder kuşt. Cezayê Nevînê yê muebetê hat betalkirin. Jinan jî ji bo piştgiriyê bidin Nevînê li ser medyaya dîjîtal çalakiya '#BenDeNEVİN" da destpêkirin. 
 
2002: Li Tirkiyeyê Qanûna Medenî ya Nû ket meriyetê. 
 
2005: Di sala 1968'an de cara yekem siyasetmadarekî Emerîkî û reşik Shirley Anita Chislom di Kongreya Emerîkayê de cih girt. Di sala 1972'yan de jî ji bo serokdewletiya Emerîkayê bû namzet. Shirley di 1'ê çileya 2005'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2007: Nivîskara femînist û Emerîkî Tillie Lerner Olsen îro jiyana xwe ji dest da. Tillie gelek sekroran de xebitî û organîzatoriya sendîkayan dikir û her wiha siyasetê re jî eleqedar bû. Tillie, di sala 1934'an de romana xwe ya yekem a bi navê "Yonnondio' nivîsand. 
 
2014: Juanita Moore layiqê Xelata Akademî ya lîstîkvaniya jin hat dîtin. Juanita di 1'ê çileya 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Juanita, di sala 1939'an de di fîlma "Wekî bayê derbas bû" xelata Oscarê girtibû. 
 
2021: Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) têkildarî komkujiyên li ser jinê yên zêde dibûn di Tebaxa 2020'î de daxwazên anîbû ziman nû kir û ji bo qirkirina zayendê bi dawî bike bang li Meclîsê kir ku peywira xwe bi cih bîne.