30'yê Kanûna 1828'an: Li Emerîkayê bi pêşengiya jinan greva yekem

  • 09:13 30 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Di dîroka Emerîkayê de cara yekem karkerên li fabrîkayê li dijî kedxwariyê bi pêşengiya jinan grev dan destpêkirin. 
 
Di sala 1812'yan de li Emerîkayê di Fabrîkaya Pembo ya Doverê/Fabrîkaya Tekstîlê jin û zarok dihatin xebitandin. 12 saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Piştî ku fabrîka hat firotin bêtir heqdestê wan hat kêmkirin. Jinan bi pankat û dowîzan li dora fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji bo çalakî bê dîtin jî çend varîl barût hatin teqandin. Jinan berê xwe dan nava bajêr û qala çalakiya xwe kirin. Di dîroka Emerîkayê de cara yekem grevek ji hêla jinan ve hat bi rêxistinkirin. 
 
1990: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji hêla 32 kesên ku mafên mirovan diparêzin ve piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hat avakirin. 
 
2017: Hunermend Ayşe Selen, di heman demê de şanoger bû îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Piştî ku Senatoya Arjantînê qanûna kurtajê qebûl kir, jinan li ber avahiya Senatoya Neteweyî ya Buenos Airesê kom bûn û dest bi çalakiya nobetgirtinê kirin. 
 
2020: Endama Partiya Kominist a Hindistanê Marksist (CPI-M) Arya Rajendran bû seroka şaredariya bajarê Thiruvananthapuram a eyaleta Kerala ya Hîndistanê û ji bo dest bi peywirê bike sond xwar.