28'ê Kanûna 2011'an: Li Roboskiyê 34 kes hatin qetilkirin

  • 09:18 28 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Li Gundê Roboskiyê yê Qilêbana Şirnexê 19 jê zarok 34 kes di 28'ê kanûna 2011'an de dema sînor derbas kirin di encama bombebarana TSK'yê de hatin qetilkirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1932: Etolojista ABD'yî  Dian Fossey a li ser gorîlan xebitiye li Parka Neteweyî ya Ruandayê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 
 
1977: Li Bolivyayê li dijî Dîktator  Hugo Banzer 4 jin û 14 zarok li dijî zextên siyasî li buroya Başpiskopos Nelson Manrique ya bajarê La Pazê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
  
2015: Di dema qedexeya li Cizîra Şirnexê di roja 15'emîn de li Kuçeya Cizîrê Huseyin Selçuk ê 5 salî ji aliyê derba polîsên tevgera taybet hat qetilkirin. 
 
2020: Komek jin ên çerkes li dijî şîdet, zext û cudakariyê Tevgera Jinên Çerkez a Almasti avakirin.