20'ê Çileya 2015: Damezrandina Meclisa Jinê ya Zîn hat ragihandin

  • 10:28 20 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Li payitextê Fransa Parîsê di kongreya ku hat lidarxistin de damezrandina Meclisa Jinê ya Zîn hat ragihandin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê kanûna 2015'an  de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedxya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin.
 
2015: Li navçeya Cizrê ya Şirnexê  di serdema qedexyê de  ji na bi navê Zeynep Yilmaz hat qetilkirin û di heman serdemê de Ayşe Buruntekîn jî li Sîlopiyê hat qetilkirin. 
 
2015: Ji aliyê Akademiya Şehîd Dilovan ve li Kobanê cara yekê tabura HPC'ê ya ku ji jinan pêk tê hat avakirin. 
 
2020: Li Arjantînê zaroka 14 salî Florencia Romano hat kuştin. Jinan ji bo zaroka ku hatî kuştin Avahiya Edliyê ya Mendozayê şewidan. Zaroka 14 salî di 12'yê kanûna 2019'an de winda bibû, piştre cenazeyê wê hat dîtin. Bi rojan ji bo  Florenciayê çalakî hat lidarxistin û herî dawiyê jî jinan Edliya Mendozayê şewidan. 
 
2020: Ji bo zaroka hat kuştin avahiya edliyeyê hat şewitandin.